Li ser sînor ji bo Kobanê dua hat kirin
Li ser sînor ji bo Kobanê dua hat kirin
Li ser sînor ji bo Kobanê dua hat kirin
Girseya gel a li gundê Mehser cihê nobeda berxwedanê Nimêja Înê kir, ji bo Kobanê dua kir. Mele Mûhammed Şîmşek destnîşan kir ku yên di nav DAIŞ'ê de cih digirin û yên destekê didin wan ti eleqeya wan bi ola Îslamê, Xwedê û Pêxember nîne.
Welatiyên li gundên li ser sînorê Kobanê nobedê digirin, li meydana Gundê Mehserê Nimêja Înê kirin. Di nimêja li meydana gund de jin jî amade bûn. Beriya nimêjê Serokê Komeleya Seydayan Şaxê Stenbolê Mûhammed Şîmşek bi Kurdî weaz da. Şîmşek bal kişand ser êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê û got, "Yên di nav DAIŞ'ê de cih digirin, yên alîkariyê didin wan êrîşî warê gelekî mazlûm dikin û mafê jiyanê ji dest wan digirin. Keç û xortên ciwan dikujin. Dest diavêjin jinan. Mirov ji ber zilma wan cih û warên xwe diterikînin û penaber dibin. Ew û yên alîkariyê didin wan, ti eleqeya xwe bi ola Îslamê, bi Xwedê û Pêxember nîne. Her kesê xwedî wijdan divê li hemberî van êrîşan bisekinin û li cem gelê mazlûm cih bigirin. Ola Îslamê ola aştî û biratiyê ye." Şîmşek nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Serokkomar Erdogan û hikûmetê yên digotin "Em alîkariyê didin Kobaniyan" da û destnîşan kir ku ew du roj in li ser sînor in û dewletê ti alîkarî nedaye Kobaniyên koç kirine.
Dûre civatê Nimêja Înê kir û hemûyan bi hev re ji bo Kobanê dua kir.