Li Şengalê çalakiya HPG'ê: Zêdeyî 20 çete hatin kuştin

Li Şengalê çalakiya HPG'ê: Zêdeyî 20 çete hatin kuştin

Fermandariya HPG’ê ya Şengalê li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ ên li derdora gundê Solak ê girêdayî Şengalê ku zêde bûne bi YBŞ, welatparêz û eşîrên ku bi ti aliyên siyasî ve negirêdayîne operasyonek berfireh li dar xistin û di encama operasyonê de 18 çete hatin kuştin.

Fermandariya HPG’ê ya Şengalê ku daxuyaniyek nivîskî weşand diyar kir ku ji bo biranîna gerîlayên HPG’ê û şervanên YBŞ’ê yên li Şengal jiyana xwe ji dest dane, çalakiyek li dar xistine û di vê çalakiyê de 18 çete hatine kuştin.

Fermandariya HPG’ê ya Şengalê di daxuyaniya xwe de wiha got, “Li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ ên li derdora gundê Solak ê girêdayî Şengalê ku zêde bûne hêzên me yên gerîla, YBŞ welatparêz û eşîrên bi ti aliyekî siyasi ve negirêdayîne operasyonek berfireh li dar xistine. Di çalakiya ku ji du milan ve pêk hat çeteyên DAIŞ ji milê yekemîn ve ku darbeyên giran xwarin 4 çete hatin kuştin û di milên duyemîn de jî 3 çete hatin kuştin.”

- Êvara 28’ê Cotmehê saet 19.00’an li hemberî çeteyên ku berê xwe dan derdora çiyê, ji du milan ve çalakiyek hat lidarxistin.  Di çalakiya ji du milan ve çeteyên DAIŞ ji milê yekemîn ve ku darbeyên giran xwarin 4 çete hatin kuştin û di milê duyemîn de jî 3 çete hatin kuştin.

- Di çalakiya me ya êvara 28’ê Cotmehê de ku çepereke doçka û wesayîta tijî cebilxane ya çeteyan hatin hedefgirtin çeper û wesayîta tijî cebilxane bi temamî hatin rûxandin. Di van çalakiyên me de 7 çete hatine kuştin 10 çete jî birîndar bûne.

- Îro danê sibehê li gundê Solak li hemberî çeteyan çalakiyek suîqestê hat lidarxistin di vê çalakiyê de çeteyek hat kuştin.

- Vê sibehê hêzên me li hemberî çeteyên li çiyayê Nerka yê girêdayî gundê Solak û li derdora wê di nav tevgerê de bûn, operasyonek hat lidarxistin. Li vê herêma ku berê di kontrola Qasim Şeşo de bû û ev herêm terikandibû hêzên me yên teqwiye jî beşdarî operasyonê bûne. Di çalakiyê de çiyayên Nerka bi temamî ketiye bin kontrola hêzên me yên gerîlla. Di encama van çalakiyan de ji dehan zêdetir çete hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.”

Fermandariya HPG’ê ya Şengal diyar kir ku di encama çalakiyên rojên dawî de hewanek 60 mm, qernasek, 3 keleşnîkof, cîhazek, 6 rext û gelek gule, 6 çente û gelek bombeyên destan, roket, topên hewanan û gelek kelûpel hatine bidestxistin.”

“Di encama van çalakiyên ku ji aliyê hêzên me yên HPG û YBŞ’ê ve hatin lidarxistin çeteyan darbeyên giran xwarin. Di van çalakiyan de ku bi awayekî zelal 18 çete hatine kuştin û 10 ji wan birîndar buye. Hêjmara mirî û birîndarên wan zêdetirin.”

Fermandariya HPG’ê ya Şengalê destnîşan kir ku pêşxistina berxwedana Şengal û ev veguhestina qada têkoşînek aktîf bi berxwedaneke rast mimkun e û wiha berdewam kir, “Parastina rast a Şengalê û azadiya wê bi xwevekişandina ji berxwedanê û bê berxwedan terkkirina herêman qet nabe. Lewma em ê heta azadiya Şengalê bi awayekî aktîf berxwedana xwe bidomînin. Ji bo pêkanîna wê divê her kes li derdora HPG û YBŞ tevlî têkoşînê bibe.”