Li Şengalê 4 çete hatin kuştin
Li Şengalê 4 çete hatin kuştin
Li Şengalê 4 çete hatin kuştin
Gerîlayên HPG’ê û Yekîneyên Parastina Şengalê (YBŞ) li Şengalê dijî çeteyên DAIŞ li herêma Solak çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de 4 çete hatin kuştin.
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê ku daxuyaniyeke nivîskî weşand, got: “25’ê Cotmehê di saetên şevê de li herêma Solak a girêdayî Şengalê Yekîneyên Parastina Şengalê (YBŞ) li hemberî çeteyên DAIŞ çalakiyek pêk anîne. Di çalakiya ku bi çekên giran û ferdî pêk hat bi şêweyekî bibandor derbe li çeteyên DAIŞ hatine xistin. Di encama vê çalakiyê de 4 çete hatin kuştin.”