Li Şengal-Barê li dijî çeteyan çalakî: 3 çete hatin kuştin

Li Şengal-Barê li dijî çeteyan çalakî: 3 çete hatin kuştin

Gerîlayên HPG'ê li gundê Barê yê Şengalê, li hemberî girekî çeteyên DAIŞ'ê lê bûn çalakiyek lidar xistin û di encamê de 3 çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir, ku di sibeha 27'ê Cotmehê de gerîlayên HPG'ê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên li girekî li gundê Barê çalakî lidar xistine.

Di encama çalakiyê de 3 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Navendê da xuyakirin ku li hemberî wesayîteke çeteyan a çeka doçka li ser bû çalakiya sabotajê hatiye lidarxistin û got, "Ev wesayîta derb xwar, ev 2 roj in li cihê çalakiyê ye. Der barê çeteyên di vê çalakiyê de hatin kuştin û birîndarkirin de, agahiyeke zelal nehatiye bidestxistin."