Li rojhilat û başûrê Kobanê şerên dijwar
Li rojhilat û başûrê Kobanê şerên dijwar
Li rojhilat û başûrê Kobanê şerên dijwar
Li eniyên rojhilat û başûrê herêma Kobanê şer û pevçûn di navbera şervanên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de gihişt astek dijwar. Heta niha gelek çete hatin kuştin.
Li gorî aghahiyên nûçeya ANHA’yê, çeteyên DAIŞ'ê ji rojhilat û başûrê herêma Kobanê êrîş kirin û di navbera wan û şervanên YPG'ê de şer û pevçûnên dijwar rû dan.
Li Kaniya Kurdan a li rojhilat şer û pevçûn hê jî didomin û heta niha 3 çete hatine kuştin. Li eniya başûr-rojhilatê herêmê jî niha şerekî dijwar di navbera şervanên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de heye.
Li gorî agahiyan, şervanên YPG'ê, wesayîtek çeteyan hedef girtin û di encamê de derbe li wesayîtê ket û gelek çete hatin kuştin, lê ji ber dijwariya pevçûnan hejmara kuştiyên çeteyan nehate zanîn.
Şer û pevçûn li başûrê herêmê jî di asteke dijwar de ye û li vê eniyê jî 3 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Li rojhilat û başûrê herêma Kobanê şer û pevçûn didomin.