Li Riha û Serêkaniyê 7 binçavkirî
Li Riha û Serêkaniyê 7 binçavkirî
Li Riha û Serêkaniyê 7 binçavkirî
Li Riha û navçeya Serêkaniyê 7 ciwan hatin binçavkirin. Ji 7 ciwanên binçavkirî 2 jê hatin berdan, 5 hînê di binê çavan de ne.
Li navenda Rihayê Yavûz Selîm Karaoglan, Emîne Îlbaş û Mûstafa Taş ên duh bi şev li Bûlvara Ataturk digeriyan, li navçeya Serêkaniyê jî di encama serdegirtina malan de Mehmet Yilmaz, Fazîle Kaya, Nebî Dagtekîn û Mûrat Dagtekîn ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
Sedema binçavkirina ciwanan nehat zanîn û ji ciwanên birin Muduriyeta Emniyetê ya Rihayê Mûstafa taş û Yavûz Selîm Karaoglan piştî îfadeya wan, hatin berdan. Hat hînbûn 5 ciwan jî hînê di binê çavan de tên ragirtin.