li Qoserê karwanê Pêşmergeyan hat pêşwazîkirin
li Qoserê karwanê Pêşmergeyan hat pêşwazîkirin
li Qoserê karwanê Pêşmergeyan hat pêşwazîkirin
Pêşmergeyên ji bo biçin Kobanê di Deriyê Sînor ê Xabûrê de derbas bûn, li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji aliyê deh hezaran ve hatin pêşwazikirin.
Pêşmergeyên ji bo biçin Kobanê duh bi şev di Deriyê Sînor ê Xabûrê de derbas bûn, danê nîvro gihiştin Qoserê, bi deh hezaran kesan bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG û Herêma Federal a Kurdistanê karwanên Pêşmergeyan li ketina Qoserê hatin pêşwazîkirin. Welatiyan di pêşwazikirinê de dirûşmên “Bijî berxwedana Kobanê” û Bijî Yekîtiya Kurdan” gotin. Heta derketina navçeyê ji bo derbasbûna Pêşmergeyan zincîra ji mirovan hat çêkirin.
Pêşmergeyan jî bi nîşaneya serkeftinê, alên YPG û Herêma Federal a Kurdistanê gel silav kirin. Dema karwanê Pêşmergeyan di navçeyê re derbas dibû polîsan dem bi dem bi ava şid mudaxaleyî gel kirin. Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, Hevşaredarê Qoserê Îsmaîl Asî û Hevşaredarê Artuklu Emîn İrmak jî di nav de bi hezaran Qoserî bi wesayîtên xwe karwanê Pêşmergeyan heta derketina navçeyê oxir kirin.