Li Qersê tevgera leşkerî
Li Qersê tevgera leşkerî
Li Qersê tevgera leşkerî
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê (NÇR-HPG)’ê ragihand ku balafirên bêmirov ên artêşa Tirk li ser herêma Zapê ya girêdayî Herêmên Parastina Medya keşif pêk anîn û balafirên şer jî geriyane. Di navbera gundên Serêkaniyê û Neço yên girêdayî navçeya Bazid a Agiriyê de artêşa Tirk di rojên dawî de xebatên kemîndanînê dimeşîne, li ser herêma Çemçê ya girêdayî navçeya Qaqizman a Qersê jî keşif pêk hatin. Artêşa Tirk bi helîkopterên Skorsky li herêmê cîhazên deng guhdarkirinê bicih dike.
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê (NÇR-HPG) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir artêşa Tirk 25’ê Cotmehê navbera saet 16.00-17.00’an de xwestiye herêma Berbenda Masîro ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê bigire. NÇR-HPG’ê diyar kir li ser vê yekê gerîlayan li hemberî leşkerên xwestin berbendê bigirin bi armanca hişyariyê gule berdane û got: “Artêşa Tirk di demeke kurt de ji vê herêmê vekişiyaye.”
NÇR-HPG’ê diyar ku artêşa Tirk 26’ê Cotmehê (îro) di navbera saet 02.00 û 03.00’an de ji Qereqola Ştazin-Oramar a li ser xeta sînor a Colemêrgê herêma Çarçela bi topên obus û hewanan topbaran kiriye.
NÇR-HPG’ê got: “25’ê Cotmehê saet di navbera 10.30 û 11.30’an de artêşa Tirk ji Herêmên me yên Parastinê yên Medya li ser herêma Zapê bi balafirên bêmirov keşif pêk aniye. Dîsa heman rojê saet di navbera 21.30 û 22.00’an de li vê herêmê tevgera balafirên şer ên artêşa dagirker a dewleta Tirk çêbûne” û HPG’ê diyar kir ku di rojên dawî de li gundên Serêkaniyê û Neço yên girêdayî navçeya Bazid a Agiriyê artêşa Tirk kemînan datîne.
NÇR-HPG’ê diyar kir di 24’ê Cotmehê li ser herêma Çemçê ya girêdayî navçeya Qaqizman a Qersê balafirên bêmirov ên artêşa Tirk keşfên zêde pêk anîne û wiha dewam kir: “Dîsa helîkopterên Skorsky ên artêşa Tirk cîhazên deng qeydkirinê avêtine herêmê.”
HPG’ê diyar kir li Dêrsimê jî 25’ê Cotmehê wesayîtên ji bo çêkirina Qereqola Turnova dihatin bikaranîn ji aliyê gerîlayan ve hatine şewitandin û ragihand ku du roj in artêşa Tirk rêya Dêrsim û Erzinxanê li hatinûçûnê girtiye.