Li Qersê kemîn: 3 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan

Li Qersê kemîn: 3 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê diyar kir ku yekîneyeke gerîla ya 23’ê Cotmehê  li navçeya Qaqizman a Qersê diçû wezîfeyekê ji aliyê tîmen taybet ve ketiye kemînê. Hat ragihandin ku gerîlayên HPG’ê yên rastî tîmên taybet hatine ketine şer û di encama vî şerî de 3 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê ya daxuyaniyeke nivîskî weşand diyar kir ku yekîneyeke gerîlayan ketiye kemîna polîsên tîmên taybet.  HPG’ê got, “Yekeya me ya bi tîmên taybet re rû bi rû hatiye, ketiye şer û di encam de 3 hevalên me şehîd ketine.”

Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.

Hamît Cîhangîrî yê bi nasnav Şervan Şaho di sala 1992’yan de li Urmiye hatiye dinyayê, 23’ê Cotmeha 2014’an li Qaqizman a Qersê jyana xwe ji dest da.

Umît Nekuş ê bi nasnav Baran Ararat li Agirî hatiye dinyayê, di 23’ê Cotmeha 2014’an de li Qaqizman a Qersê jiyana xwe ji dest da.

Habîp Koç ê bi nasnav  Tufan Tendurek di sala 1995’an de li Wanê hatiye dinyayê, 23’ê Cotmeha  2014’an li Qaqizman a Qersê jiyana xwe ji dest da.