Li Qerebaxa Jor bomberdûman zêde dibe

Li Qerebaxa Jor şerê di navbera hêzên Ermenistanê û Azerbaycanê zêde dibe. Paytexta Qerebaxê û bajarê mezin ê duyemîn ê Azerbaycanê hate bomberdûmankirin.

Ji roja Înê de bi topan li Stepanakertê tê xistin a ku paytexta Komara Artsahê (Qerebaxa Jor) e. Ji wê şevê heta Yekşemê piştî nîvro elektrîk nehat.

Roja Yekşemê sibehê lêdana roketan jî zêde bû. Navenda bajêr û derdora wê jî bû armanca bomberdûmanê.

Serokê Komara Artsahê, Araîk Harûtîunîan diyar kir ku wan jî ji ber êrîşên li ser Sptenakertê li bajarekî mezin ê Azerbaycanê dane.

Li gorî rayedarên Qerebaxa Jor li bajarê mezin ê duyemîn Gancayê balefirgeh hatiye îmhakirin.

Li gorî Bakuyê bajarên Horadiz, Beylagan û Terterê yên Azerbaycanê jî hatine bomberdûmankirin.

Azerbaycanê eşkerekirina bîlançoyê red dike. Li gorî çavkaniyên Ermen jî li eniya Qerebaxê 209 şervan û 14 sivîl mirine. Li gorî rayedarên Azerbaycanê jî 23 kesên sivîl mirine.

Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê dewleta Tirk ji Sûriyeyê çete birine Azerbaycanê û di van çeteyan de bi dehan kes birîndar bûne.