Li Qendîlê PÇDK'ê xwarina fitarê da
Li Qendîlê PÇDK'ê xwarina fitarê da
Li Qendîlê PÇDK'ê xwarina fitarê da
PÇDK’ê li herêma Balayan a Binarê Qendîlê xwarina fitarê da gelê herêmê. Di xwarina fitarê de gerîlayên PKK'ê û gel hatin cem hev û fitara xwe vekirin. Di xwarina fitarê de rewşa pêvajoya siyasî, pirsgirêkên herêmê, rojeva herêm û cîhanê hatin axaftin.
Li herêma Balayan a ser bi Binarê Qendîlê, ji aliyê Partiya Çareseriya Demokrat a Kurdistan (PÇDK) ve xwarina fitarê hat dayîn. Di xwarina fitarê ya ku gerîla û rayedarên PKK'ê û şêniyên Binarê Qendîlê amade bû de, li ser giringiya meha Remezan a pîroz, rewşa pêvajoya siyasî û rojeva Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cihanê hate axivîn.
Di xwarina fitarê de namzetê PÇDK’ê Aram Cebar û endamê Koma Civakên Kurdistanê Biryar Gabar û gelek mamoste amade bûn. Gel û gerîlayên PKK'ê bi hev re rojiya xwe şikandin. Ji aliyê Cebar, Gabar û mamostayên olî ve axaftin hatin kirin. Hemûyan jî di axaftinên xwe de balkişandin ser girîngiya meha Remezanê, pêşketinên dawî yên herêm û Rojhilata Navîn û Cihanê.
Hêjayî gotinê ye ku her sal di meha Remezanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê, şêniyên herêmê û gerîlayên PKK'ê hevdu vedixwînin xwarina fitarê.