Li Pirsûsê pêwîstî bi dildar û alîkariyan heye
Li Pirsûsê pêwîstî bi dildar û alîkariyan heye
Li Pirsûsê pêwîstî bi dildar û alîkariyan heye
Ji bo welatiyên ku ji Kobanê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê koçber bûne di çarçoveya kampanyayên hatine destpêkirin de nêzî 200 kamyon alîkarî gihişt Pirsûsê. Weke rojên destpêkê alîkarî nayên, niha herî zêde pêdivî bi cilên zivistanê, betanî û xwarinê heye. Alîkariyên ku ji aliyê komele û dildaran ve di cih de tên tespîtkirin û ji bo ku ji hev bên cudakirin û paketkirin ji welatiyan bê belavkirin pêwîstî bi dildaran heye.
Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê nêzî 200 hezar welatî ji Kobanê koçber bûn û hatin bajarên Tirkiye û Kurdistanê, ji wan 121 hezar welatî hê jî li Riha û navçeyan li kampan û qadên hatine diyarkirin dimînin. Piştî êrîş zêde bûn li herêmê û Tirkiyeyê ji bo piştgiriya welatiyên Kobanê seferberî hate destpêkirin û li bajaran şaredariyên DBP’î, rêxistinên sivîl ên civakî û dildaran alîkarî kom kirin û alîkariyên ku hatin komkirin li Pirsûsê li depoya alîkariyê tên bicihkirin. Ji roja alîkarî destpê kir heta niha nêzî 200 kamyon alîkarî hate Pirsûsê, di nava rojê de ev alîkarî ji aliyê dildaran ve digihînin welatiyên Kobanê yên li navçeyan û navenda bajar dimînin. Alîkariyên hatine komkirin bi rêya Komeleya Piştevanî û Alîkariya Rojava ya rojên buhrî hate avakirin ve digihîje welatiyan.
Alîkariyên hatine komkirin bi keda dildarên ji derve hatine ve digihîje welatiyên Kobanê. Alîkariyên hatine komkirin li depoyan tên cudakirin, paketkirin û digihîjinin welatiyan û ev kar ji aliyê dildaran ve kirin. Alîkariyên tên ji berk u li herêman nayên cudakirin û gelek caran jî tiştên kevn ên tên şandin karê dildaran zehmetir dike. Komîsyonên hatine avakirin li tax û konbajaran pêdiviyên welatiyan tespît dikin, ji depoyan ji hev cuda dikin, tên paketkirin û bi wesayîtan dibin didin welatiyan. Bi xebata dildarên ji xwendekarên zanîngehan heta ciwanan betal pêk tên ve birînên welatiyên Kobanê kêm be jî tê pêçandin. Lê bi hatina zivistanê de niha pêdivî bi malzemeyên zivistanê û dildaran jî heye.
LI GOR PÊDIVIYAN BELAV DIKIN
Welatiyê bi navê Halîl Akbaş ê li Garaja Şaredariyê ya Pirsûsê ku alîkarî tên komkirin peywirdar e diyar kir ku alîkariyên ku hatine hemû bi girtekan gihandine welatiyan. Akbaş got ku alîkariyan ji vir digihînin welatiyên Kobanê yên li navçe û navenda bajar dimînin û ji bo alîkariyan bigihînin gel komîsyon hatine avakirin û ew pêdiviyan tespît dikin û bi vî rengî belav dikin.
BILA TIŞTÊN KEVIN NEYÊN ŞANDIN
Akbaş dest nîşan kir ku malzemeyên pêwist ev in: “Malzemeyên taştê, mamaya zarokan, cilên zivistanê, madeyên paqijiyê, zaxire, betanî, sobeya ceryanê û nivînên bi elektrîk.” Akbaş ji bo eşyayên kevn ên tên şandin hişyarî kir û diyar kir ku tiştên kevn neyên şandin.
ALÎKARIYA DEWLETÊ NÎNE
Akbaş bilêv kir ku ti alîkariya dewletê nîn e û ev tişt anî ziman: “Ji bo ku ev alîkariyên tên şandin ji hev bên cudakirin û bigihînin gel pêwîstî bi dildaran jî heye. Ev hejmar zêde be wê pêşiya kêmasiyan jî bê girtin. Li vir em bang li dildaran dikin. Ji bo dermankirina birînên welatiyên Kobanê divê hemû kes tiştên ji destên wan tên bikin.”
DIVÊ DI NAV XEBATAN DE CIH BIGIRIN
Ciwanên ku di nava xebatan de cih digirin jî ji bo dildarên dixwazin bên bangawazî kirin. Xwendekarê bi navê Okan Altug ê ji Zanîngeha Mêrsînê hatiye diyar kir ku dema li sînor nobeta berxwedanê digirt bihistiye pêwîstî bu dildaran heye hatiye û niha di depoyê de dixebite. Altug anî ziman ku pêwîstî pir bi dildaran heye û ev tişt anî ziman: “Li Kobanê şerek heye û me dixwest em li wir bin lê em nikarin biçin wê derê jî qet nebe li vir di warê kedê de di nava xebatan de cih bigirin.”
Xwendekara Zanîngeha Bogazîçîyê Ceren Gulbudak jî anî ziman ku ew ji bo alîkariya welatiyên Kobanê bikin hatiye. Gulbudak destnîşan kir ku her hefte ji Zanîngeha Bogazîçiyê komên ji 5-10 kesan pêk tên bi rotasyonê tên û bi awayekî domdar vê karî pêk tînin û xwest bi vî rengî dildar bûn Pirsûsê. Gulbudak wiha got: “Divê hemayên aslî yê vê derê bin. Dema li ser milê komeke bimîne nabe û domdarî pêk nayê. Ji bo hatinê divê qadên cuda bên avakirin.”
PARÇEYEK JI BERXWEDANÊ
Gulbudak bal kişand ser berxwedana Kobanê jî û wiha got: “Bi rastî şer tiştekî xirab e lê li wir berxwedanek heye. Mirov axa xwe diparêzin. Îro Kobanê jiyana ku em li cihanê xeyal dikin û hêvî dikin tê pêşkêşkirin. Heke em nikarin li wir bin li vî aliyê sînor divê em bibin parçeyeke berxwedanê. Mirov li wir şer dikin ji ber vê yekê birincê 5 kîloyî li vê derê pir giran nabe.”