Li Kolanên Amedê terora polîsan

Li Kolanên Amedê terora polîsan

Li ser Cadeya Kardeşlîk a navçeya Rezan a Amedê polîsên tevgera taybet bêyi ku tu hincetekê nîşan bidin 2 zarok û sê karkerên şaredariyê binçav kirin. Li gorî şahidan polîsan lûleya çekê xistine devê karkerekî şaredariyê û ew bi kuştinê tehdît kirine.

Li ser Cadeya Kardeşlîk a Taxa Yunus Emre ya navçeya Rezan a Amedê polîsan xwestin bêyi ku tu hincetekê nîşan bidin 2 zarokan binçav bikin û li zarokan dan. Welatiyên derdorê xwestin pêşî li êrîşa polîsan bigirin û zarokan ji lêdanê rizgar bikin, lê polîsan serûber derdor gulebaran kirin û êrîşî girseyê kirin. Karkerên şaredariyê Azîz Dal, Muhammet Guler û  Abdullah Balçik nerazîbûn nîşanî êrîşa polîsan dan.

Polîsan êrîşî karkerên şaredariyê jî kirin, her sê karkerên şaredariyê û her du zarokan binçav kirin. Polîsan piştî ku li kesên hatin binçavkirin xistin, demeke dirêj li wir bi awayekî birîndar rawestandin û piştre birin qereqola polîsan.

Ji şahidên bûyerê welatiyê bi navê Enver Gokturk da zanîn ku polîsan her pênc welatî bi lêdan û derban kirine binçavan. Şahidê bûyerê da diyarkirin ku polîsan lûleya çekên xwe xistine devê karkerekî û gefa kuştinê lê xwarin.