Li Kobanê wesayîteke din a bombebarkirî hate rûxandin
Li Kobanê wesayîteke din a bombebarkirî hate rûxandin
Li Kobanê wesayîteke din a bombebarkirî hate rûxandin
Hêzên YPG’ê êrîşa komên çete yên DAIŞ’ê ku bi wesayîteke bombebarkirî hewl dan êrîşî bajêr bikin, bêbandor kirin. Şer û pevçûnên giran li eniyên rojhilat û başûrê Kobanê berdewam in.
Li gorî agahiyên nûçegihana ANHA Nehîr Pale dane, saet di 18.40`an de komên çete yên DAIŞ’ê ji aliyê rojhilatê Kobanê ve hewl dan bi wesayîteke bombebarkirî êrîş bikin. Li hemberî vê şervanên YPG’ê bersiv dan û di encam de wesayîta bombebarkirî beriya bigihêje hedefa xwe ji aliyê hêzên YPG’ê ve hate teqandin. Der barê hejmara kuştî û birîndaran de tu agahiyên zelal nehatine bidestxistin.
Di heman demê de şer û pevçûnên dijwar di eniyên rojhilat û başûrê Kobanê didomin.