Li Kobanê şer giran e: 3 jê emîr bi dehan çete hatin kuştin

Li Kobanê şer giran e: 3 jê emîr bi dehan çete hatin kuştin

Li her sê aliyên bajarê Kobanê di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer û pevçûn berdewam in. Li eniya rojhilat 3 emîrên çeteyan hatin kuştin, li eniya başûr jî şervanên YPG’ê 2 wesayît, ku yek ji van doçka li ser bû rûxandin. Her wiha li rojavayê bajêr jî şer heta niha berdewam e.

Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin, şervanên YPG’ê li eniya rojhilatê bajêr li taxa Kaniya Kurdan û li kolana Şaredariyê çalakiyeke bi bandor li dijî çeteyan lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de 3 emîr bi giştî 15 çete hatin kuştin.

Li eniya başûrê Kobanê jî di navbera şervanên YPG’ê û çeteyan de pevçûnên dijwar rû dan. Di encamê de 5 çete hatin kuştin, wesayîteke çeteyan li kolana 48 hate rûxandin. Her wiha wesayîteke doçka li ser li devera rêya Helebê hate rûxandin.

Li eniya rojavayê bajêr û bi taybet li derdora gundê Merzê jî şerê di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de ji şevê din ve heta niha bi dijwarî berdewam e. Derberê encaman de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.

Li aliyekî din balafirên koalîsyonê 4 cihên ku çeteyên DAIŞ’ê li aliyê rojava û rojhilat bombebaran kirin. Balafiran li gundê Minaz û Elî Bilûr ên rojavayê bajêr û gundê Mezra Dûda û taxa Kaniya Kurdan hedef girtin. Der barê encaman de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.