Li Kobanê pevçûnên dijwar dewam dikin
Li Kobanê pevçûnên dijwar dewam dikin
Li Kobanê pevçûnên dijwar dewam dikin
Şer û pevçûnên ku şevê din bi êrîşên çeteyan re li rojhilat û başûrê Kobanê dijwar bûn, didomin. Di pevçûnan de 6 çete hatin kuştin, wesayîteke bombebarkirî hate îmhakirin û wesayîtek jî hate derbkirin.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêmê ragihandine, çeteyan li eniya rojhilat saet li derdora 20.30’an de xwestin bi wesayîteke bombebarkirî êrîş bikin. Lê hêzên YPG’ê bersiv dan û wesayît dan rawestandin. Wesayîta ku çeteyên tê de hatin kuştin, piştre ji aliyê şervanên YPG’ê ve hate teqandin.
Pevçûn li eniyên başûr û rojhilat didomin.
Di pevçûnên şevêdin de li aliyê Kaniya Kurdan 3, li aliyê başûr jî 3 çete hatibûn kuştin, li başûrê rojhilat jî wesayîtek hatibû derbkirin.
Li gel pevçûnên dijwar ên tevahiya şevê, çeteyên DAIŞ'ê herêma deriyê sînor bi taybetî bi top û hawanan bombe dikin. Hin ji topên DAIŞ'ê derbasî aliyê Bakur ê sînor bûn.