Li Kobanê êrîşeke din a bombeyî hate bêbandorkirin

Li Kobanê êrîşeke din a bombeyî hate bêbandorkirin

Hêzên YPG'ê li rojhilatê herêma Kobanê êrîşeke bombeyî ya çeteyên DAIŞ'ê bê bandor kirin û çeteyê DAIŞ’ê yê ku dixwest êrîşa xwekujî pêk bîne hate kuştin.

Li gorî agahiyên nûçegihana ANHA’yê dane, vê êvarê, seat di 20.30'an de çeteyên DAIŞ'ê ji rojhilatê herêma Kobanê ve bi wesayîteke bombebarkirî êrîş kirin û beriya ku were teqandin ji aliyê şervanên YPG'ê hate dîtin û şervanan êrîş bê bandorkirin û çeteyê DAIŞ’ê yê ku dixwest êrîşa xwekujî pêk bîne hate kuştin.