Li Kobanê de 25 çete hatin kuştin

Li Kobanê de 25 çete hatin kuştin

Hêzên YPG'ê li her sê eniyên herêma Kobanê derbeyên giran li çeteyên DAIŞ'ê dan. 25 Çete hatin kuştin û gelek alavên leşkerî hatin desteserkirin. Êrîşa çeteyan a bi topên hewanan jî didome.

Li gorî agahiyên ji nûçegihanên ANHA yên ji herêmên pevçûnan hatine wergirtin, li her sê eniyên Kobanê ji  şevê din heta niha şer û pevçûnên dijwar di navbera şervanên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de rû didin.

Li başûrê Kobanê di encama şer û pevçûnên di navbera şervanên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de 14 çete hatin kuştin.

Di pevçûnên li rojhilatê herêma Kobanê jî 9 çete hatin kuştin, her wiha rextek, rextekî bombeyan û demançeyek hatin desteserkirin.

Li eniya rojhilatê herêma Kobanê çete bênavber hewanan davêjin û welaltiyên sivîl dikin armanc.

Di navbera gundên Têndir û Sosanê yên rojavayê herêma Kobanê de 2 wesayîtên çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê şervanên YPG'ê ve hatin rûxandin û di encamê de gelek çete hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn, lê hejmara çeteyan nehate zanîn.

Li rojhilat-başûrê herêmê jî di encama şer û pevçûnên ku derketin wesayîteke doçka li ser hat rûxandin.

Her wiha di navbera gundên Menazê û Gulmetê yê di navbera başûr û rojavayê herêmê de motorsîkletek çeteyan hat rûxandin û 2 çete hatin kuştin.