Li Kobanê 2 hezar 500 sivîl hene
Li Kobanê 2 hezar 500 sivîl hene
Li Kobanê 2 hezar 500 sivîl hene
Di roja 42. a êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê de, em bi Hevseroka PYD'ê Asya Ebdûllah, Serokwezîrê Hikûmeta Kantona Kobanê Enwer Muslim û Wezîrê Karên Derve Îbrahîm Kurdo re li Kobanê ya şer hînê lê dewam e û zêdeyî 2 hezar 500 sivîl lê dijîn, axivîn. Ebdûllah, Muslim û Kurdo ji me re behsa rewşa dawî ya şerê li Kobanê kirin.
Hevseroka PYD'ê Asya Ebdûllah da xuyakirin ku DAIŞ ji bo êrîşên li hemberî Kobanê di rojên dawî de amadekariyên mezin dike û ji Reqqa, Cerablûs, Til Ebyad û Minbicê çekên giran û hêzên nû tên. Ebdûllah diyar kir ku pevçûnên dijwar diqewimin. Ebdûllah ragihand ku çeteyên DAIŞ'ê yên hewl didin bikevin navenda bajêr, piştî ku rastî berxwedaneke mezin hatin, ji dûr ve bi tank û hawanan êrîş dikin û got, "Cudahiyê naxin navbera leşker-sivîlan û topan diavêjin. Carna ew topên wan li aliyê Tirkiyeyê dikevin. Dema nikarin bikevin nava taxan, biwesayîtên bombebarkirî hewl didin bikevin nava kolanan. Temamiya van wesayîtan li ketina bajêr hatin îmhakirin û pêşî li komkujiyên mezin hatin girtin. Li herêma Til Ebyad û Cerablûsê, di nava civaka Ereb de propaganda cidî dikin û hewl didin ji xwe re endaman peyda bikin. Ji wan re dibêjin "Kobanê di bin kontrola me de ye. Hûn dikarin talan bikin" û bi vî rengî bang li gelê Ereb dikin ku li nav refên wan şer bike. Ji mizgeftan banga cîhadê dikin. Ev yek jî li ser gelê herêmê dibe sedema tirseke mezin. Ji ber vê tirsê jî Ereb li derdora Kobanê bicih bûne. Agahî ji me re tê ku wê çekên giran û hêzên xwe bicivîne û êrîş bikin."
DI MIJARA ALÎKARIYA ÎNSANÎ DE DESTEK HEYE
Ebdûllah da zanîn ku di mijara alîkariya însanî ya di ser Tirkiyeyê re, her çend carna astengî tên derxistin jî alîkarî dewam dikin û anî ziman ku di dema dijwarbûna şerê li ser sînorê Tirkiyeyê de, hin top li aliyê Tirkiyeyê dikevin û deriyê sînor jî ji ber vê tê girtin.
Ebdûllah ragihand ku 3 nexweşxaneyên li Kobanê ji ber topên DAIŞ'ê hilweşiyane, lewma ew dixwazin birîndarên xwe li Tirkiyeyê derman bikin û diyar kir ku piştî êrîşên li hemberî deriyê sînor, bi girtina deriyê sînor re gelek birîndaran jiyana xwe ji dest dane.
LI KOBANÊ XETERIYA KOMKUJIYÊ DEWAM DIKE
Ebdûllah got, "Ji ber alîkariya însanî û leşkerî ya hatiye şandin em malîavayiyê dikin" û diyar kir ku tevî operasyonên hewayî yên hêzên koalîsyonê ya bi pêşengiya DYA, xeteriya komkujiyê û êrîşên DAIŞ'ê dewam dikin. Ebdûllah ragihand ku di destê DAIŞ'ê de çekên giran hene û got, "Ji bajarên derdorê yên di bin kontrola wan de ye, rojane çek ji wan re tên. Îro jî agahî ji me re hat ku çek gihaştine wan. Li Kobanê xeteriya komkujiyê hînê dewam dike. Jİ ber vê yekê divê hêzên koalîsyonê li van çekên giran bixin. Eger êrîşên hewayî bên zêdekirin, hêza DAIŞ'ê ne tenê li Kobanê wê li tevahiya herêmê bişkê. Ji ber ku DAIŞ hemû hêzên xwe yên li herêmên di bin kontrola xwe de, diherikîne vê derê."
Ebdûllah da zanîn ku DAIŞ'ê li dijî tevahiya mirovahiyê dest bi êrîşê kiriye û da zanîn ku ev êrîş ne tenê li hemberî Kurdan li dijî tevahiya gelên herêmê tên kirin, lewma ew biryara şandina çek û hêzên leşkerî ji aliyê Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê erênî dibînin.
'EM LI SÛRIYEYÊ TÊKOŞÎNA NASNAMEYÊ DIMEŞÎNIN'
Ebdûllah diyar kir ku der barê şerê li Kobanê de ew bi Tirkiyeyê re hevdîtinan dikin, ku ji bo kantona Kobanê bangeke giştî ya alîkariyê Tirkiyeyê dikin. Ebdûllah destnîşan kir ku DAIŞ ji bo gelê Tirkiyeyê jî xeteriyeke mezin e û bal kişand ser nakokiyên daxuyaniya Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan. Ebdûllah got, "Weke partî hem bi me re hevdîtinê dikin hem jî piştî hevdîtinê PKK û PYD'ê yek nîşan dide. Ev siyaseteke rast nîne. PYD partiyeke Sûriyeyê ye. Em li Sûriyeyê têkoşîneke ji bo nasnameyê dimeşînin. Em xwedî projeyeke siyasî ne. Vîneke me ya siyasî heye. Em îro li Sûriyeyê têdikoş in. Ji bo Sûriye perçe nebe, şerekî mezhebî rû nede, em têdikoş in. Daxuyaniyên tên kirin, bi kêrî Tirkiyeyê nayên. Ne rast e ku di ser PKK'ê re êrîş bikin. Em dixwazin helwestên bi vî rengî bên guhertin."
EGER LI KOBANÊ BERXWEDAN NEBÛYA WÊ BIBA ŞENGAL
Ebdûllah da zanîn ku DAIŞ a bi hemû hêza xwe êrîşî Kobanê dike li hemberî tevahiya gelan e, lewma civak û hêzên navneteweyî li dijî DAIŞ'ê tifaqê kirine. Ebdûllah ragihand ku piştî êrîşên DAIŞ'ê wan bi DYA re diyalogek yekser pêkanîne û ew amade ne li hemberî DAIŞ'ê têkoşîneke hevpar bimeşînin.
Ebdûllah anî ziman ku têkiliyeke wan a stratejîk a zelal heye û destnîşan kir ku eger li Kobanê berxwedan nehatibûya nîşandan, wê mîna li Şengalê komkujî rû bida.
Ebdûllah da zanîn ku li Kobanê, mîna tevahiya gel hikûmeta Kantonê jî rahiştiye çekan û ew jî ku ji bo xebatên partiyê hatibû bi hilgirtina çekê hewl dide xwe biparêzin û got, "Barê li ser pişta min giran e, lewma berxwedan şert e. Ji ber ku îro şer heye, çek di destê min de ye. Em nizanin wê kengî çi biqewime. Ji ber vê yekê em xwe diparêzin."
'DI BERXWEDANA LI DIJÎ DAIŞ'Ê DE ME SERKETÎ NE'
Serokwezîrê Kantona Kobanê Enwer Muslim da zanîn ku di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de ew serketî ne û bibîr xist ku çeteyên DAIŞ'ê di pevçûnan de bi her şêweyî çekên giran bikar tînin. Muslim da xuyakirin ku DAIŞ'ê di nava deh rojên dawî de hewl dane bi 20 wesayîtên bombebarkirî êrîşî bajêr bike û anî ziman ku bi hawanên ji 120'î zêdeyî zed carî navenda bajêr topbaran kiriye. Muslim ragihand ku çeperên DAIŞ'ê û YPG'ê yên li Kobanê car carna ji 1 heta 3 kîlometre dûrî hev in û destnîşan kir ku êrîşên hewayî bi bandor in, lê divê zêdetir bibin. Muslim got, "Bi êrîşên hewayî derb li wan tê xistin. Em jî bi şer derbê lê dixin. Temamiya wesayîtên wan ên bombebarkirî, li derveyî bajêr tên dîtin û ji aliyê YPG'ê ve tên îmhakirin. Lê belê her tim hêzên xwe nû dikin. Ji Reqqa, Til Ebyad û Cerablûsê hêzên nû tînin."
Muslim da zanîn ku DAIŞ dijminê mirovahiyê ye û ew li bendê ye ku hêzên navneteweyî û Tirkiye destekê bidin wan û got, "Ev êrîş ne tenê li hemberî Kobanê yan jî Kurdan e, li dijî tevahiya mirovahiyê şer dikin û vê rastiyê jî bi awayekî zelal aşkera dikin. Yên ne ji wan li gorî wan kafir in û divê werin kuştin. Dibêjin ya tu ji minî yan jî li dijî minî."
HÎNÊ LI KOBANÊ ZÊDEYÎ 2 HEZAR SIVÎL HENE
Enwer Muslim da xuyakirin ku êrîşên bi çekên giran ên li hemberî Kobanê dewam dikin û hînê li navenda bajêr ji 2 hezar heta 2 hezar 500 jin û zarok hene û ev mirovên sivîl hewl didin li stargehan bijîn.
Muslim anî ziman ku şer û berxwedana li Kobanê tê jiyîn ne tenê parastina Kobanê yan jî rizgarkirina Kobanê ye û got, "Divê DAIŞ ji tevahiya Rojhilata Navîn û Cîhanê bê rakirin."
Muslum diyar kir ku DAIŞ bi çekên giran ên ji herêmên di bin kontrola xwe de, li derdora Kobanê dicivîne û ragihand ku êrîş roj bi roj zêde dibin.
LI KOBANÊ BERÊ GEL BI DILREHETÎ Û DI NAVA ARAMIYÊ DE DIJIYAN
Serokwezîrê Kantona Kobanê Enwer Muslim da xuyakirin ku berê li Kobanê Ereb, Kurd, Tirkmen, Ermenî û Suryanî dijiyan, ji her olî mirov di nava dilrehetiyê de dijiyan û got, "Berî vî şerî her kes ji jiyana xwe razî bûn û kêfxweş bûn. Bi awayekî xwişk û bira, bi kêfxweşî jiyana xwe dewam dikirin." Muslim destnîşan kir ku ji bo ew li dijî DAIŞ'ê rawest in, divê çekên giran ji wan re bên şandin.
Wezîrê Karên Derve yê Kantona Kobanê Îbrahîm Kurdo jî da xuyakirin ku ew hewl didin rewşa xwe ya ji meha Adarê û vir ve ji tevahiya cîhanê re bînin ziman û diyar kir ku wan ji Qanada, Îngilîstan, Elmanya û Danîmarkayê re PYD, siyaseta wê, rêveberiya Kantonê vegotine.
Kurdo diyar kir ku ji ber dor li wan hatiye girtin ew nikarin hevdîtinên dîplomasiyê bikin û got, "Me gelek caran xwestin ku bi Tirkiyeyê re hevdîtinên dîplomatîk bikin. Lê belê heta niha bi ti awayî bersiv nehatiye dayîn."