Li Insbruckê ji bo Kobanê meş

Li Insbruckê ji bo Kobanê meş

Li bajarê Awûstûrya Insbruckê, bi armanca protestokirina êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê û û xwedîderketina li berxwedana tê nîşandan, meşeke hat lidarxistin. Di meşê de Parlamentera Partiya Keskan a Awûstûryayê Bêrîvan Aslan jî amade bû.

Beriya meşa ku nêzî 1000 kes beşdar bûn, li ser komkujî û zilma DAIŞ li jinan dike, lîstikek şano hat pêşkêşkirin. Piştî şanoya ku bi zimanê Elmanî hat lîstin, girseya gel bi dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê" dest bi meşê kir. Li dû meşa ku polîsê Awûstûryayê tedbîrên tund ên ewlekariyê girt, mîtîngek kurt hat lidarxistin.

Li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk Abbas Dede li vir axivî û anî ziman ku heta Kobanê azad bibe ew ê çalakiyên xwe dewam bike û destnîşan kir ku divê gelê Kurd bênavber piştevaniyê li berxwedêr û Rojava bike.