Li herêmên gerîla keşf

Li herêmên gerîla keşf

NÇR-HPG’ê diyar kir balafirên keşfê yên artêşa Tirk li ser herêmên gerîlan keşifan didomînin. NÇR-HPG’ê ragihand li ser herêma Sason a Êlihê jî gerên keşifan ên zêde tên kirin û leşkerên girêdayî Qereqola Bilêcan a li ser sînorê herêma Zapê jî li bejahiya herêmê xebatên kemîndanînê pêk tînin.

Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir balafirên artêşa Tirk 23’ê Cotmehê navbera saet 14.30 û 18.00’an de li ser herêma Sason a girêdayî Êlihê jî keşif pêk anîne.

NÇR-HPG’ê diyar kir ku 23’ê Cotmehê navbera saet 16.00 û 16.30’an li ser herêma Qendîl a girêdayî Herêmên Parastina Medya keşif pêk hatine û wiha got: “Heman rojê saet navbera 10.30 û 12.00’an li ser herêma Zapê, dîsa navbera 23’ê Cotmehê saet 20.00 û 24’ê Cotmehê sibehê saet 04.00’an li ser heman herêmê keşifên zêde pêk hatine.”

NÇR-HPG’ê diyar kir 23’ê Cotmehê leşkerên girêdayî Qereqola Bilêcan a li ser sînorê herêma Zap li herêmê kemîn pêk anîne û wiha got: “Dîsa heman rojê navbera saet 09.00 û 15.00’an de helîkopterên tîpê Skorskî yên artêşa dagirker a dewleta Tirk ji bo Qereqola Bilêcan sewqiyata leşkerî pêk anîne.”