Li her sê eniyên Kobanê pevçûn dewam dikin

Li her sê eniyên Kobanê pevçûn dewam dikin

Li her sê eniyên Kobanê tevahiya şevê pevçûnên dijwar qewimîn. Şer bi taybetî li eniya rojhilat giran bû û ji duh bi şev û vir ve 2 wesayît û motorsîkleteke bombebarkirî ji aliyê hêzên YPG'ê ve hatin îmhakirin. Hêzên YPG'ê her wiha derb li wesayîteke doçka li ser, xistin.

Li gorî agahiyên nûçegihanê ANHA yê li Kobanê ragihand, duh bi şev li eniya başûr a Kobanê, di navbera hêzên YPG û çeteyên DAIŞ'ê de pevçûnên dijwar qewimîn. Di vî şerî de gelek çete hatin kuştin û derb li wesayîteke çeka doçka li ser hat xistin.

Şer û pevçûnên li eniya başûr a Kobanê bi dijwarî dewam dikin.

DU WESAYÎT Û MOTORSÎKLETEKE BOMBEBARKIRÎ HATIN ÎMHAKIRIN

Li eniya rojhilat, çeteyên DAIŞ'ê xwestin bi du wesayît û motorsîkleteke bombebarkirî êrîşa xwekujî pêk bînin. Hêzên YPG'ê zû bi vê hewldana êrîşê hesiyan û her du wesayît û motorsîklet ên bombebarkirî îmha kirin. Çeteyên di wesayîtên hatin îmhakirin de, hatin kuştin.

Li eniya rojava jî, pevçûnên di navbera çeteyên DAIŞ'ê û hêzên YPG'ê de dewam dikin. Li eniya rojava, di şerê ji duh bi şev û vir ve de, wesayîteke çeteyan bi çeteyên tê de hat îmhakirin.

ÇETE ÊRÎŞÊN XWE YÊN LI HEMBERÎ DERIYÊ SÎNOR DEWAM DIKIN

Çeteyên DAIŞ'ê, êrîşên xwe yên bi hawanan ên li hemberî deriyê sînor ê Murşîtpinarê û derdora wê dewam dikin. Hemû êrîşên çeteyan ên li vê herêmê ji aliyê hêzên YPG'ê ve hatin astengkirin. Pevçûn ji danê sibê û vir ve li her sê eniyên Kobanê bi dijwarî dewam dikin.