Li Geverê polîsan êrîşî ciwanan kirin

Li Geverê polîsan êrîşî ciwanan kirin

Li navçeya Colemêrg Geverê, piştî ku polîsan goristana gerîla xera kirin, ciwanan dest bi çalakiya protestoyî kirin, lê belê rastî êrîşa polîsan hatin.

Li navçeya Colemêrg Geverê, bi armanca şermezarkirina xerakirina goristana gerîla ji aliyê polîsan ve, ciwanan li Kolana Cengîz Topel meşiyan. Lê belê li ber Otela Oslo polîsan bi fîşekên plastîk, bombeyên gazê û deng êrîşî ciwanan kirin. Ciwanan jî bi keviran, fîşekên hewayî û molotof kokteylan bersiv dan êrîşa polîsan. Ji ber bombeyên gazê û şîdeta polîsan, dikandarên li Kolana Cengîz Topel dikanên xwe girtin. 

Pevçûna navbera ciwanan û polîsan dewam dike.