Li Geverê 3 çawîşên pîspor hatin kuştin
Li Geverê 3 çawîşên pîspor hatin kuştin
Li Geverê 3 çawîşên pîspor hatin kuştin
Li Geverê 3 kesên ku tê gotin çawîşên pispor in li navenda sûkê rastî êrişa çekdarî hatin.
Li Gevera Colemêrgê 3 kesên ku tê gotin çawîşên pispor in li ser Rêya Cengîz Topel hatin gulebarankirin. Her sê leşkerên ku bi guleyan birîndar bûn li kolanê di nava xwînê de man. Piştî ku ekîbên tendurîstiyê hatin cihê bûyerê wan li ser darbestan kirin û birin nexweşxaneyê. Piştî dengê çekan hat bihîstin bi hezaran welatî hatin cihê bûyerê û li wir civiyan. Polîs bi çekên giran hatin cihê bûyerê. Piştî demekê polîsan bi wesayîtên zirxî cihê bûyerê dorpêçkirin û bi bombeyên gazê êrîşî gel kirin. Li ser êrîşa polîsan esnafan derabeyên dikanên xwe girtin.
Piştî bûyerê polîsan li navenda navçeyê bi wesayîtên zirxî dorpêçkirin. Der barê rewşa her sê kesan de agahî nehatin bidestxistin.