Li Fransayê komeleyeke nû ya Kurdan vebû

Li Fransayê komeleyeke nû ya Kurdan vebû

Li başûrê Fransayê bajarê Antibe, Kurdistaniyan komele vekirin. Di merasîma vekirina komeleya bi navê Mala Kurdan de, li gel Serokê FEYKA'yê (Federasyona Komeleyên Kurd li Fransayê) Mehmet Ulker, bi sedan kes amade bûn. Di merasîma vekirinê de silav li şoreşa Rojava hat kirin.

Serokê FEYKA'yê Mehmet Ulker di axaftina xwe ya li merasîma vekirina Mala Kurdan de behsa armanc û xebatên komeleyê kir. Ulker, êrîşa komên oldar ên radîkal ên li dijî Rojavayê Kurdistanê şermezar kir. Ulker Şoreşa Gel a li Rojava jî pîroz kir.