Li Efrînê ji bo şervana YPJ’ê Şêraz merasîm
Li Efrînê ji bo şervana YPJ’ê Şêraz merasîm
Li Efrînê ji bo şervana YPJ’ê Şêraz merasîm
Saziya Malbatên Şehîdan a Herêma Xweser a Efrînê bi merasîmekê şehadeta şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Şêraz Yûsif ragihand. Bi hezaran kes tevlî merasîmê bûn.
Merasîm li gundê Şîtika a navçeya Mobata ya Efrînê ku şervana YPJ'ê Şîraz Yûsif lê ji dayik bû pêk hat. Merasîm bi beşdariya hezaran kesî destpê kir. Ji bo şervana Kurd Şêraz Yûsif merasîmeke leşkerî jî hate lidarxistin.
Di merasîmê de Serokê Desteya Parastinê ya Herêma Efrînê Ebdo Îbrahîm axivî û bal kişand ser êrîşên komên çete yên DAIŞ'ê û got ku gelê Rojava wê bi hemû derfetên xwe parastina herêmên xwe bikin û rê nedin komên çete.
Ebdo bang li ciwanên ku ji Rojava koçber dibin kir ku vegerin welatê xwe û cihê xwe di nava xebatên parastinê de bigirin. Di berdewama merasîmê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê Şadiya Îbrahîm û li ser navê TEV-DEM'ê Xedîca Ibrahîm axivî û şervanên YPG/YPJ'ê yên parastina Rojava dikin û jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn.
Di axaftinan de her wiha soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn. Di merasîmê de li ser navê malbata Şervana YPJ'ê dayika wê Nezîra Yûsif axaftinek kir û berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê silav kir.
Merasîm bi dirûşmên dilsoziya bi şervanên YPG'ê re bi dawî bû.