Li Efrînê bi dehhezaran kes daketin kolanan

Li Efrînê bi dehhezaran kes daketin kolanan

Li Efrînê bi dehhezaran Kurdistanî ji bo êrîşên li dijî gelê Kurd şermezar bikin û beşdarî seferbertiya ku hatiye îlankirin bibin li Efrînê meşeke bi heybet li dar xistin.

Lİ Efrînê bi dehhezaran Kurdistanî ji êrîşên li dijî herêma Cizîrê ya Serêkaniyê, Til Temir, Çelaxa, Dêrik û Girê Spî jî digire nav xwe şermezar bikin û bersivê bidin banga Înîsiyatîfa Gel a seferbertiyê daketin qadan.

Ji 7 navçe û 365 gundên Efrînê tevlîbûn çêbû. Di dema meşê de tevayî cadde ji trafîkê re hat girtin û dikkandaran derabeyên dikkanên xwe venekirin.

Meşa bi qasî saetekê ji rêya Raco destpê kir û heta peykerê Kawayê Hesinkar berdewam kir û ji girseyê re axaftin hatin kirin. Di axaftinan de armanca êrîşan û pêvajoya ku wan êrîşan destpê kir hat destgirtin. Di meşê de her wiha hişyariya ku pêwîst e kesek hesaban li ser Şoreşa Rojava neke ku hat kirin ji banga seferbertiyê ya ji bo parastina şoreşê re girseyê bi yek dengî  got, “Em amade ne”.

Di çalakiyê de ciwan, jin, pîr û kal gelek kes derketin ser kursî û dan xuyakirin ku ji bo parastina gelê xwe û şoreşê beşdarî seferbertiyê bûne.

Di çalakiyê de hejmara zêde ya jinan bal kişand.