Li dijî çeteyên xwestin bikevin Çiyayê Şengalê kemîn
Li dijî çeteyên xwestin bikevin Çiyayê Şengalê kemîn
Li dijî çeteyên xwestin bikevin Çiyayê Şengalê kemîn
Çeteyên DAIŞ ên bi armanca di xeta Skeniyê û Şilo yên girêdayî Şengalê de xwestin bikevin Çiyayê Şengalê êrîşekî berfireh dan destpêkirin. Li ser vê hewldana çeteyan tevahiya rojê şer û pevçûnan dewam kir. Gerîlayên HPG’ê li hemberî çeteyan çalakiyek kemîndanînê pêk anîn û derbeyên giran li çeteyan xistin. Di encama çalakiya gerîlayan de 10 çete hatin kuştin.
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê (NÇR-HPG) daxuyaniyeke nivîskî weşand, diyar kir çeteyên DAIŞ di 24’ê Cotmehê saetên sibehê bi armanca di xeta Şilo û Skeniyê yên girêdayî Şengalê de bikevin Çiyayê Şengalê êrîşek berfireh dane destpêkirin.
NÇR-HPG’ê got: “Di encama vê hewldana çeteyan de tevahiya rojê şer û pevçûnan dewam kir. Di dema şer û pevçûnan de gerîlayên me li hemberî çeteyan çalakiyek kemîndanînê pêk anîne û derbeyên giran li çeteyan xistine. Di encama vê çalakiyê de 10 çete hatine kuştin û gelek çete jî birîndar bûne” û hat diyarkirin ku heman rojê li herêma Solak ji aliyê gerîlayan ve çalakiyek sûîqestê pêk hatiye û li vir jî çeteyek hatiye kuştin.
NÇR-HPG’ê got: “Heman rojê saet 16.30’an li gundê Bare li hemberî kamyoneke çeteyan çalakiya sabotajê pêk hatiye. Di encama vê çalakiyê de gelek çete hatine kuştin û birîndarkirin.”