Li Dêrsimê astengkirina ziyareta şehîdgehê hat şermezarkirin

Li Dêrsimê astengkirina ziyareta şehîdgehê hat şermezarkirin

Li Dersimê astengkirina ziyareta Şehîdgeha Doktor Baran û Besê rastî nerazîbûna gel hat. Welatiyan ji Kolana Sanat heta Qada Azadiyê meşek li dar xistin.  Hevşaredara Dêrsimê Nurhayat Altun a li vir axivî got, "Ev gel gelê berxwedanê ye. Vî gelî di dîrokê de serê xwe netewand û wê netewîne. AKP hedê xwe zanibe. Em li vir in. Ev hişyariyeke bila her kes hedê xwe zanibe.”

Li Dêrsimê astengiya welatî "Şehîdgeha Doktor Baran û Besê" ya li Geliyê Pilumurê ji bo endamên PKK'ê yên di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane hatiye çêkirin berdewam dike. Rêxistina DBP'ê ya Dêrsimê û MEYA-DER'ê ji Kolana Sanat heya Qada Azadiyê bi armanca şermezarkirinê meşek li dar xist. Hevşaredarên Dêrsimê Mehmet Alî Bul û Nurhayat Altun jî tevlî meşê bûn. Di meşê de pankrata "Em bi agirê azadiyê yê şehîdan afirand ber bi şoreşê ve dimeşin" hate vekirin û dirûşmayên, "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hatin gotin.

Piştî meşê Hevşaredara Dêrsimê Nurhayat Altun axivî û diyar kir ku 2 roj in dewleta tirk hêza xwe nîşanî gelê Dêrsimê dide û ew dewleta Tirk baş dinasin. Altun, anî ziman ku bapîrên wan darvekirin, hê cihên gorên wan nizanin û wiha got: "Em şopdarên mîrateyên bav û bapîrên xwe ne."

Altun, da zanîn ku dewleta Tirk destûrê nade gel biçe gorên kesên ji bo azadiya gelê xwe têkoşîn dane ziyaret bike û wiha bang li hikûmeta AKP'ê kir: "Ev gel, gelê berxwedanê ye. Vî gelî di dîrokê de serê xwe netewand û natewîne. AKP hedê xwe zanibe em li vir in. Ev hişyariyeke bila her kes hedê xwe zanibe."