Li Cûdî operasyon, li herêmên gerîla tevgera balafirên şer
Li Cûdî operasyon, li herêmên gerîla tevgera balafirên şer
Li Cûdî operasyon, li herêmên gerîla tevgera balafirên şer
NRÇ-HPG'ê da xuyakirin, ku artêşa Tirk li herêma Bilika ya Çiyayê Cûdî di 27'ê Cotmehê de derketiye operasyonê, gel ji xwe re weke mertal bikar aniye, bi vî rengî heta herêma Boxazê Helawê bi pêş ve çûye û ber êvarê saet di 15:00 de vekişiyaye. Hat ragihandin ku li Şirnexê jî, di 28'ê Cotmehê de artêşa Tirk bi 40 maşînên zirxê li herêmên Girê Çolya, Hesana û gundê Dêrikê dest bi operasyoneke berfireh kiriye, li hemberî vê yekê gerîlayan bi çekên giran û ferdî gule berdane û artêşa Tirk jî bi helîkopterên bi tîpa kobra gule li herêmê barandiye. NRÇ-HPG'ê diyar kir ku balafirên şer ên artêşa Tirk jî di ser Herêmên Parastinê yên Medyayê firiyane.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (NRÇ-HPG) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku artêşa Tirk di 27'ê Cotmehê saet di 13:00 de li herêma Bilika ya Çiyayê Cûdî yê li Şirnexê, derketiye operasyonê. NRÇ-HPG'ê da xuyakirin kur artêşa Tirk, gel weke mertal ji xwe re bikar aniye û bi alîkariya helîkopterên bi tîpa kobra û balafirên bêmirov heta herêma Boxazê Helawê bi pêş ve çûye û got, "Ev tevger, saet di 15:00 de bi dawî bûye."
LI ŞIRNEXÊ OPERASYON
NRÇ-HPG'ê da zanîn ku artêşa Tirk di 28'ê Cotmehê de, bi 40 maşînên zirxî li Şirnexê li herêmên Girê Çolya qada Hesane û gundê Dêrikê dest bi operasyoneke berfireh kiriye û ev agahî da: "Hêzên me yên gerîla, li dijî vê operasyona li hemberî herêmên me, saet di 15:00 de bi çekên giran û ferdî gule reşandine. Şer û pevçûna li vê derê heta saet 16:30 dewam kiriye. Helîkopterên bi tîpa kobra yên artêşa Tirk jî, ji saet 15:00 heta saet 19:00 gule li herêmê reşandine. Di dema şer de balafirên şer ên artêşa TC a dagirker jî li ser herêmê firiyane. Li dijî operasyona li vê herêmê gelê Silopiyayê hatiye qada operasyonê û li ber xwe daye. Artêşa TC a êrîşî gelê me yê welatparêz kir, ciwanekî welatparêz ê bi navê Salîh Yîgît qetil kiriye."
LI HERÊMÊN GERÎLA TEVGERA BALAFIRÊN ŞER
NRÇ-HPG'ê diyar kir ku di 28'ê Cotmehê de li Herêmê Parastinê yên Medyayê û li Bakurê Kurdistanê balafirên şer ên artêşa Tirk di nava tevgerê de bûn û got, "Di 28'ê Cotmehê danê nîvro li ser Qendîlê, heman rojê dîsa danê nîvro li herêma Xakurkê, di 28'ê Cotmehê saet di navbera 10:45 û 11:00 de li ser herêma Avaşînê, di 28'ê Cotmehê saet di navbera 11:00 û 12:00 de li ser herêma Zapê, di 28'ê Cotmehê saet di navbera 10:45 û 11:15'an de li ser herêma Heftanînê, di 28'ê Cotmehê saet di navbera 11:00 û 11:20 de li ser herêma Gareyê, heman rojê saet di navbera 10:30 û 11:20 de li ser herêma Metînayê balafirên şer firiyane."
Hat ragihandin ku roja 28'ê Cotmehê saet di navbera 20:30 û 23:30, îro jî (29'ê Cotmehê) saet di navbera 02:00 û 04:00 de balafirên bêmirov ên artêşa Tirk li ser Zap a Herêmên Parastinê yên Medyayê firiyane.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di nav sê rojên dawî de li derdora gundê Fişatê yê ser bi navçeya Amed Farqînê, yekîneyeke kontrola ya 7 kesan bi kincên gerîlayên HPG'ê digere û gefê li gundiyan dixwe.