Li Cizîrê tevahiya şevê pevçûn hebû

Li Cizîrê tevahiya şevê pevçûn hebû

Li navçeya Şirnex Cizîrê ciwanên YDG-H'yî, bi armanca şermezarkirina astengkirina hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi parêzeran re daketin kolanan, lê ji ber destwerdana polîsan pevçûn derket û tevahiya şevê dewam kir. 

Li navçeya Şirnex Cizîrê, zêdeyî sed ciwnên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H), bi armanca şermezarkirina astengkirina hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi parêzeran re, li Taxa Nûrê hatin cem hev. Ciwan ji vê derê ber bi Taxa Cûdî ve meşiyan û xwestin li vir daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Lê belê polîsan bi bombeyên gazê û maşînên zirxî dest li ciwanan werdan û ciwanan jî bi kevir, bombeyên deng, fîşekên hewayî û molotofan, bersiv dan erîşa polîsan. 

Pevçûnên li taxa Cûdî destpê kir, di demeke kurt de li taxên Hezex, Yafes, Nisêbîn û Nûrê û kolana Botaşê deng vedan. Pevçûnên li van her çar nuqteyan, tevahiya şevê dewam kirin.

CIWANEK HAT BINÇAVKIRIN

Di pevçûnên heta paşîvê de, di encama molotof kokteyl a ciwanan agir bi maşîneke zirxî ya polîsan ket. Maşîna şewat pê ket, ji aliyê TOMA'yan ve hat vemirandin. Hat hînbûn di bûyeran de ciwanekî bi navê Ahmet Ozmen hatiye binçavkirin. Li gorî agahiyan, piştî kontrolên tenduristiyê yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê, Ozmen birine Muduriyeta Emniyetê ya Cizîrê.