Li Cizîrê kesek hate girtin
Li Cizîrê kesek hate girtin
Li Cizîrê kesek hate girtin
Di şeva 27’ê Tîrmehê ku li Cizîrê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn derket û ciwanê bianvê Ehmed Ozmen hatibû binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve hate girtin û şandin girtîgehê.
Li navçeya Cizîr ya Şirnexê şeva 27’ê Tîrmehê ciwanê binavê Ehmed Ozmen ku di encama pevçûna navbera polîs û Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz de (YDG-H) hatibû binçavkirin, piştî karûbarên fermî ên li emniyetê veguhestibûn dozgeriyê. Ozmenê îfade dan dozgeriyê bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” û “Li ser navê rêxistinê çalakî pêkaniye” bidaxwaza girtinê veguhest Dadgeha Cezayê Asliye ya Cizîrê. Dadgehê Ozmen bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” û “Li ser navê rêxistinê çalakî pêkaniye” girt û şande Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.