Li Cizîrê ji bo malbatên gerîllayan û girtiyan xwarina fitarê hat dayîn
Li Cizîrê ji bo malbatên gerîllayan û girtiyan xwarina fitarê hat dayîn
Li Cizîrê ji bo malbatên gerîllayan û girtiyan xwarina fitarê hat dayîn
Li Cizîrê ji aliyê MEYA-DER ve ji bo malbatên gerîllayên PKK’ê yên jiyana xwê ji dest dane, yên girtiyan û yên kesên bi awayekî kiryar nediyar hatibûn qetilkirin xwarina fitarê hat dayîn.
Li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê MEYA-DER ve ji bo malbatên gerîllayên PKK’ê yên jiyana xwe ji dest dane, yên girtî û her wiha ji bo malbatên kesên ku bi awayekî kiryar nediyar hatibûn qetilkirin xwarina fitarê hat dayîn. Di xwarina fitarê ya li Mala Gel û Taziyeyê ya Şaredariyê ya li Taxa Cûdî ligel malbatan, Hevserokê Rêxistina Şirnexê yê BDP’ê Bakî Katar, Şaredarê Cizîrê Mustafa Goren û rêveberên MEYA-DER beşdar bûn. Di xwarina fitarê ya bi sedan kes beşdar bûn de Hevserokê Rêxistina Şirnexê yê BDP’ê Katar destnîşan kir ku di xwarineke fitarê ya watedar de bi malbatên ciwanên ku jiyana xwe ji dest dane, yên girtiyên siyasî û yên bi awayekî kiryar nediyar hatin qetilkirin re hatine gel hevdu û got, “Me tu carî malbatên ciwanên xwe yên bi awayekî lehengî di têkoşîna azadiya Kurdistan de canê xwe fedakirin ji bîr nekir. Em her dem ligel wan bûn û em ê ligel wan bin. Heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bigihêje azadiya xwe, di têkoşîna ku wê pêş bixin de em amade ne berdêlên werin dayîn bidin.