Li Bismilê pevçûna çekdarî: 8 mirî, 4 birîndar

Li Bismilê pevçûna çekdarî: 8 mirî, 4 birîndar

Li navçeya Amed Bismilê, gundiyên Baş û Gilhabeş li ser zêvî bi hev ketin û di encama pevçûna bi çek de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 kes birîndar bûn.

Li navçeya Amed Bismilê, gundiyên Baş û Gilhabeş li ser zêvî bi hev ketin û di encama pevçûna bi çek de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 kes birîndar bûn. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, pevçûn saet di 18.00 êvarê de di navbera malbatên Oztun û Ek de rû da. Hat hînbûn, pevçûn li ser erdê 8 kîlometre dûrî gund derket. Di pevçûnê de çekên giran hat bikaranîn û li gorî agahiyên destpêkê ji malbata Oztun Omer, Ahmet, Mûstafa, Îskan, Farûk, Fûat, Mûzaffer Û Berat jiyana xwe ji dest dan.

Ji malbata Ek jî 4 kesên navên wan nehat zanîn, birîndar bûn.

Hat hînbûn birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên li Êlihê û cenaze jî ji bo lêkolînkirina dozgeriyê hînê li cihê bûyerê ne.

Li herêmê, jendermeyan tedbîrên tund girtin. Waliyê Amedê Mûstafa Cahît Kiraç bi daxuyaniyekê diyar kir ku di pevçûna ji ber erd a navbera gundiyên Baş û Gilhabeş de 8 kesan jiyana xwe ji dest dane, 4 kes jî birîndar bûne.