Li Bismilê 8 cenaze anîn nexweşxaneyê
Li Bismilê 8 cenaze anîn nexweşxaneyê
Li Bismilê 8 cenaze anîn nexweşxaneyê
8 kesên ku di encama pevçûna çekdarî ya di navbera gundiyên Baş û Gilhabeş li ser zeviyê rûdayî jiyana xwe ji dest dabûn, cenazeyên wan anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê.
Cenazeyên Omer, Ehmed, Mustefa, Îskna, Farûk, Fûat, Muzafer û Berat Oztun ku di encama pevçûna çekdarî ya li ser zeviyê di navbera gundiyên gundê Baş û Gilhabeşa navçeya Bismila Amedê rû da jiyana xwe ji dest dayîn, piştî dozgeriyê li cihê bûyerê hûrkolîn li ser cenazeyan pêkanî, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê. Cenazeyên ku dê li nexweşxaneyê pêş otopsiyek were kirin, çav lê ye ku canezeyan rêkirin Saziya Tiba Edlî lê malbat li dijî vê derdikevin. Balkêşe ku li derdora nexweşxaneyê ewlehiyên berfireh hatine girtin.
Hate hînbûn ku, ji 4 kesên ji malbata Ek yên birîndarbûyîn ku li rakirine Nexweşxaneya Dewletê a Êlihê, 2 kesên rewşa wan giran rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcle a Amedê.