Li Başûrê Fransayê ji ber lehiyê 8 kes winda bûn

Ji ber lehiya li herêma Alpes-Marîtîmes a Fransayê, xisar li gelek malan bû û herî kêm 8 kes winda bûn.

Li herêma Alpes-Marîtîmes a li başûr rojhilatê Fransayê, ji ber barana zêde lehî rabû û herî kêm 8 kes winda bûn. Baranê zirar li gelek xaniyan jî kir.

Pispor dibêjin ku ev rewş ji ber germbûna Derya Spî ya ji ber guhertina avhewayê qewimiye.

Herêma Alpes-Marîtîmes a li başûr rojhilatê Fransayê ji ber barana zêde gelekî zerar dît. Barana ku deh saetan li bajarê Nîce bariya, tê gotin ku bi qasî barana salekê bariya zêde bû.

Dîrektorê Predîct Servîse ya ser bi Meteo France Alîx Roûmagnac ji radyoya Europe 1 re axivî û got, "Rewşên bi vî rengî teqez pêwendiya xwe bi guhertin avhewayê re heye."