Li Bakurê Kurdistanê 1600 qereqol

Li Bakurê Kurdistanê 1600 qereqol

Li Bakurê Kurdistanê li gorî daneyên sala 2012'an hejmara qereqolên heyî 1300 e. Ji sala 2008'an û vir ve jî di çarçoveya protokollên Wezareta Parastina Millî û Fermandariya Giştî ya Jendermeyan bi TOKÎ re çê kirine, nêzî 341 qereqol tên zêdekirin. Bi vê yekê re wê hejmara qereqolên li Bakurê Kurdistanê 1600 derbas bike.

Beriya destpêkirina "pêvajoya çareseriyê" li gorî biryara AKP'ê ya sala 2008'an de, pereyên ji bo "qalekol" ên nû û xurtkirina qereqolên heyî hatiye veqetandin, li gorî butçeya sala 2013'an nêzî 1.5 milyar TL ye. 

Çêkirina qereqolên nû ku bi protestoya li navçeya Amed Licê li gundê Hêzanê ku di encama gulereşandina leşkeran de Medenî Yildirim ê 18 salî jiyana xwe ji dest da ket rojevê, hînê di rojevê de ye. Peymanên Wezareta Parastina Milî û Serokê Îdeya Avahiyen Giştî (TOKÎ) der heqê çêkirina qereqolên nû de amade kirine, ji hev cûda ne. Wezîrê Karên Hundur Mûammer Guler ji çapemeniyê re da xuyakirin ku qereqolên nû nehatine çêkirin, ya tê kirin xurtkirina qereqolên heyî ye. Lê daneyên fermî Wezîr Guler derewand.

DI MIJARA QEREQOLÊN NÛ DE KÎ RAST DIBÊJE?

Wezîrê Karên Hundur Mûammer Guler, di daxuyaniya xwe ya destpêka meha Tîrmehê de diyar kir ku di bernameya razandinê ya sala 2013'an a Fermandariya Giştî ya Jendermeyan de 156 qereqol cih digirin, 28 ji van dikarin biqedin û ji van qereqolan 119 heb li Herêma Anatoliya Başûrrohilat e.

Wezîr Guler ragihand ku çêkirina 65 ji van qereqolan dewam dike, 54 ji wan hînê îhaleya wan nehatiye kirin û îdîa kir ku berovacî çêkirina qereqolên nû, heta niha li herêmê 68 qereqol hatine girtin.

Wezîrê Parastina Millî Îsmet Yilmaz jî berovacî Wezîr Guler, roja 8'ê Tîrmeha sala 2013'an derket pêşberî çapemeniyê û diyar kir ku îhaleya 275 qereqolan hatine kirin û berdêla van jî 1 milyar 455 milyon 701 hezar û 262 TL ye.

Serokê TOKÎ Ahmet Halûk Karabel jî di daxuyaniya xwe ya 9'ê Gulana sala 2013'an de ragihand ku heta niha 280 qereqol ji TOKÎ re hatine îhalekirin, 76 jê ji jendermeyan, 38 jê ji Wezareta Parastian Millî re bi giştî 114 qereqol hatine dayîn, xebatên li 16 "Qalekolan" jî dewam dikin.

5 SAL BERÊ DEST BI ÇÊKIRINA QEREOLÊN NÛ KIRIN

Çêkirina qereqolên nû ku ket rojeva Tirkiyê, ne nû ye. Di 3'ê Cotmeha sala 2008'an de bi serdegirtina qereqola Bezele re, ji bo çêkirina qereqolên nû hikûmetê butçe veqetand û li ser vê bingehê TOKÎ, Fermandariya Giştî ya Jendermeyan û Wezareta Karên Hundur di sala 2008'an de ji bo çêkirina qereqolên nû protol mor kirin.

TOKÎ di 11'ê Cotmeha sala 2008'an de bi Wezareta Parastin Milî re, di 12'ê Mijdara sala 2008'an de bi Wezareta Karên Hundur re protok mor kir û di vê çarçoveyê de dest bi çêkirina 170 qereqolên li ser sînor hat kirin û piştî salekê jî ev qereqol hatin teslîmkirin.

Li gorî protokolên bi Wezareta Karên Hundur û Fermandariya Giştî ya Jendermeyan, li Agirî, Êlih, Çewlik, Amed, Elezîz, Erzîngan, Erzîrom, Colemêrg, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex, Dêrsim û Wanê dest bi çêkirina qereqolan hatin kirin.

Li Komîsyona KÎT a TBMM de, Serokê wê demê yê TOKÎ Erdogan Bayraktar, dema hesabên sala 2008'an ên saziyê eşkere dikir radigihand, ku îhaleya 175 qereqolên Hêzên Çekdarî pêwistî pê heye destpê kiriye, xebatên çêkirina 147 ji wan dewam dikin, 28 qereqol di asta îhaleyê de ne, di nava vê salê de wê 36 qereqol temam bibin û radestî Hêzên Çekdar werin kirin û bûhaya van a sala 2008'an, nêzî 775 milyon TL ye.

Di Gulana sala 2010'an de jî Serokê Daîreya Ragihandinê ya Fermandariya Giştî ya wê demê Tûggeneral Mêtîn Gurak dabû xuyakirin ku çêkirina 134 qereqolan dewam dike, 69 qereqol hînê di asta îhaleyê de ne, beşeke mezin a van qereqolan wê ji aliyê butçeya TOKÎ û beşa din jî ji butçeya Wezareta Parastina Millî bê tedarikkirin.

Qereqol û bûhayê wan ê sala 2011'an ji TOKÎ re hatin îhalekirin weha ye:

Navenda Colemêrgê, çêkirina avahiya qereqola Bagişli, çêkirina avahirya Qereqola Masatepe ya Şenoba ya Şirnexê (7.75 milyon TL)

Li navçeya Dêrsim Çemîzgezekê qereqola Gedîkler, li navçeya Elezîz Palî qereqola Gokdere û binesaziyên wan (7.99 milyon TL)

Li navçeya Wan Şaxê, qereqola Konalga ya li ser sînor (5.455 milyon TL)

Li herêmên Ziyaret û Çîftlîk a Jêrîn a Îdirê çêkirina 3 qereqolên cûda yên sînor (15.85 milyon TL)

Li navçeya Colemêrg Şemzînanê li qadên Rûbarok, Cedîkan, li navçeya Şemzînanê li qada Ortaklarê, li girê bilindahiya 1216, Girê Mezin, Girê bilindahiya 1069, Girê Melîh, Girê Qale, çêkirina qereqolan (29.85 milyon TL)

Li navçeya Colemêrg Şemzînanê: Li Tekelî Babûş Tepe Navenda Yekîneya ji 150 kesî, li Girê Biçûk ê Tekelî qereqola ji 25 kesan, li Girê Tekelî Bîlîr qereqola ji 25 kesan (21.91 milyon TL)

Li navçeya Colemêrg Şemzînanê: Li Tekelî, girê bi bilindahiya 2076 metre qereqola ji 25 kesan, li Tekelî girê  bi bilindahiya 2291 metre qereqola ji 25 kesan, li Girê Tekelî Kalereş qereqola ji 70 kesan, li Girê Tekelî Kayalar Varîboza qereqola ji 70 kesan (24.38 milyon TL)

Li navçeya Wan Elbakê, li qada Sûltançayir çêkirina qereqola sînor (21.75 milyon TL)

Li navçeya Colemêrg Rûbarokê, avahiya qereqola Girê Ûmûrlû Kalmiş û avahiya qereqola Gedîk Tepe (13.69 milyon TL)

Li navçeya Colemêrg Geverê, li qadên Yildiz, Zerrîn û Ozgen, çêkirina Qereqolên Sînor ên ji 120 kesan (18.67 milyon TL)

Li navçeya Êlih Kercewsê, li qadên Yemîşlî û Vergîlî çêkirina avahiyên fermandariya sînor a jendermeyan (6.175 milyon TL)

Li navçeya Şirnex Silopiyê li qada Gorumlu çêkirina Tabûra Sînor (18.275 milyon TL)

Li navçeya Colemêrg Şemzînanê li qada Tekelî, navenda tabûrekê, li qadên Mirgesav û Ozgurtepe 2 qereqol (32.2 milyon TL)

Li navçeya Colemêrg Oremarê, avahiya tabûrekê, li qadên Kerîtepe û Peytepe du qereqol (52.93 milyon TL)

Li navçeya Mêrdîn Kerboranê, li qadên Klavûz û Bostanli çêkirina fermandariay sînor a jendermeyan (2.2 milyon TL)

Li navçeya Êlih Sasonê, çêkirina fermandariya tabûrê ya komando ya jendermeyan (16.1 milyon TL)

Qereqol û baregehên leşkerî yên li jorê hatin diyarkirin, di nava heman salê de hatin teslîm kirin. 

Çêkirina fermandariya tabûrê ya sînor a navçeya Wan Payizava, çêkirina qereqola jendermeyan a navçeyê, avahiya fermandariya 7 qereqolan ên li navenda Semsûr û navçeyên wê, çêkirina tabûra komando ya li navçeya Wan Elbakê, li qadên Aydemîr û Kopruagi çêkirina du qereqolan, qereqola jendermeyan a Ergultepe ya li navçeya Colemêrg Şemzînanê, çêkirina qereqola jendermeyan û tabûra tîmên taybet ên jendermeayn li Geçîtlî, çêkirina fermandariya 2 qereqolên li navçeyên Riha Curnê Reş û Sêwerekê, fermandariya tabûra tîmên taybet ên jendermeyan li Mûşê, qereqola jendermeyan a Konakkûran û fermandariya jendermeyan a Kizilagaç ên li navçeya Milazgirê, çêkirina qereqolên li Maden, Palî û Karakoçan ên Elezîzê, fermandariya qereqola jendermeyan a Dolûçay a navçeya Çewlik Azarpêrt, çêkirina qereqola jendermeyan a Bagliîsa ya navçeya Kanîreşê, fermandariya jendermeyan a Buyukşalti ya navçeya Xolxolê û avahiya qereqola jendermeyan a navçeya Çêrme, ji îhaleyê re hatin vekirin.

Li Bakurê Kurdistanê, li bajarên herî zêde şer lê rû dide li Amed, Şinrex, Çewlik, Colemêrg û Dêrsîmê li gorî sala 2012'an (qereqolên jendermeyan ên navçeyê, tabûra jendermeyan û yekîneyên jendermeyan hwd...) hezar û 326 qereqol hebûn. Beşek ji van qereqolan di bin sîwana Fermandariya Giştî ya Jendermeyan, beşeke din jî di bin sîwana Fermandariya Hêzên Bejahî kar dikirin. Di encama xebatên fîzîbîlîte yên sala 2013'an de tê plankirin ku ji bo Fermandariya Hêzên Bejahî û Jendermeyan bi giştî 342 qereqolên nû yan jî xurtkirina qereqolan bên kirin.

Li gorî belgeyên fermî, di çarçoveya protokolên di sala 2008'an de hatine morkirin, çêkirina 342 qereqolên nû hatine destpêkirin û beşeke mezin a ji van qereqolan temam bûne û hatine teslîmkirin.

BAYRAKTAR: JI 341 QEREQOLAN ÎHALEYA 245 JI WAN HATIN KIRIN

Wezîrê Bajarvanî û Hawirdorê Erdogan Bayraktar ê serokê berê yê TOKÎ'yê, bersiv da pêşniyarpirsa Parlamenterê Îdirê Sînan Ogan a li ser çêkirina qereqolên nû ya 30'ê Cotmeha sala 2012'an û diyar kir ku TOKÎ'yê bi Wezareta Parastina Millî û Fermandariya Giştî ya Jendermeyan re ji bo çêkirina qereqolên ewlekariya hundurîn û qereqolên sînor di 11'ê Mijdara sala 2008'an de protokolek mor kiriye, di çarçoveya vê protokolê de di destpêkê de 175 qereqolên nû hatine xwestin, 102 qereqolên ji van hatine temamkirin û radestkirin, 73 jê jî wê di mehên pêş de werin îhale û radestkirin.

Wezîr Bayraktar her weha da xuyakirin ku Wezareta Parastina Millî û Fermandariya Giştî ya Jendermeyan, ji bo pêwistiya qereqolên lê zêde, Wezareta Parastin Millî ji bo çêkirina 61 qereqolên li herêma Colemêrgê ya li ser sînor protokol mor kiriye û nîvê ji van qediyane û hatine radestkirin.

Bayraktar wekî din diyar kir ku di 1'ê Kanûna sala 2010'an û 16'ê Nîsana sala 2012'an de du protokolên din hatine morkiirn û li ser daxwaza Wezareta Parastina Millî û Fermandariya Giştî ya Jendermeyan ji 341 qereqolan 245 jê hatine îhalekirin.

QEREQOLÊN HETA SALA 2013'AN HATINE RADESTKIRIN

Agirî: Qereqolên Fermandariya Sînor a Jendermeyan ên li Cûmaçay, Sûlûçem û Torakkale

Êlih: Qereqolên Jendermeyan ên Sînor ên li Sason, Derînce, Yucebag, Kercews, Şemîşlî, Vergîlî, Hezo, Yanikkaya û Gumuşorgu

Çewlik: Qereqolên li Dîreklî, Yayal, Yazkonagi, Yedîsû (Ayanoglû û Kabayel) Xolxol (Dalbasan û Guneşlî), Gexî (Açikgune û Bîlîce), Dara Hênê (Guzeldere û Yenîyazi), Ilicanlar a Navendî, Solxan, Asmakaya, Adakli, Çatma, Kanîreş, Kaynakpinar û Yîgîtler

Amed: Avahiya qereqola Uçdamlar

Erzîngan: Qereqolên komî yên jendermeyan ên Kemaliye Başbaglar û Qereqola Jendermeyan a Navçeya Îlîçê

Colemêrg: Qereqolên sînor ên Ûzûnsirt, Kamişli, Harûna Gever, Paşatan û Beyyûrdû yên Şemzînanê. Avahiyên qereqolên jendermeyan ên li navend û navçeya Çelê. Fermandariya bolukê ya Dûrankaya

Îdir: Avahiyên qereqola sînor a Aralik (M. Şehîtoglû, Ersanli, Torûnkişla)

Mêrdîn: Avahiyên Fermandariya Sînor a Jendermeyan a Midyad, Nisêbîn, Mehsert. Avahiyên fermandariya sînor a jendermeyan a Surgucu û Pinardere ya Stewrê. Avahiyên Fermandariya Sînor a Jendermeyan a Bostanli û Klavûz a Kerboranê.

Sêrt: Avahiyên qerqolan ên li Baykan, Berwarî û Şîrvanê. Avahiyên Fermandariya Sînor a Tûlûmtaş û Misric

Riha: Avahiyên Fermandariya Jendermeyan a Sînor ya Serêkaniyê Meydankapi, Mûratli, Yardimci Bûcak û Kaniya Xezalan. Avahiyên Fermandariya Jendermeyan a Sînor ên Şekerlî, Karakeçî yên Sêwerekê

Dêrsim: Li Çemîzgezek, Pêrtax, Pilur (2 heb) li Xozat û Mazgîrtê avahiyên qereqolan

Wan: Li Elbak (5 heb) li Çaldiran (3 heb), li Qerqelî (3 heb) li Erdîşê Saray, Harabekişla, Kapi, Kapikoy, Saltûk, Çaldiran (3 heb) avahiyên qereqolan

Şirnex: Aktepe, Altûnbey, Dolan, Ilıcalar, Ovakoy, Aydogdû, Eren, Kapili, Taşarasi, Bogazoren, Sariziyaret û Ortasû avahiyên qereqolan.