Li Amedê operasyon
Li Amedê operasyon
Li Amedê operasyon
Artêşa Tirk li herêma Şehîd Baran a navçeya Amed Farqînê derket operasyonê. li Zap û Qendîlê jî tevgera balafirên keşfê hebû.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku balafirên keşfê yên bêmirov ên artêşa Tirk, li herêma Qendîlê roja 22'ê Cotmehê keşif kirine.
Navendê da zanîn ku heman rojê saet di navbera 20:00 û 00:00 de li herêma Zapê jî balafirên keşfê geriyane û got, "Her wiha heman rojê artêşa TC a dagirker, saet di navbera 20:00 û 20:30 de li derdora Qereqola Bilican a li nêzî sînorê herêma Zapê, gule li derdorê reşandiye."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di 22'ê Cotmehê saet di 14:00 de artêşa Tirk bi desteka balafirên bêmirov, 6 maşînên zirxî yên bi tîpa akrep li herêma Şehîd Baran a navçeya Amed Farqînê derketiye operasyonê. Hat destnîşankirin ku operasyon danê êvarê bi awayekî bêencam bi dawî bûye.