Li Amedê 6 jê zarok 8 kes hatin girtin

Li Amedê 6 jê zarok 8 kes hatin girtin

Li Amedê ji kesên ku hatibûn binçavkirin 6 jê zarok 8 kes hatin girtin.

Li Amedê di çalakiyên 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê piştî meşê 8 jê zarok 11 kes hatibûn binçavkirin. Kesên di binê çavan de sewqî dozgeriyê hatin kirin. Piştî îfadeyên li dozgeriyê 11 kes bi sûcdariya 'tevlî çalakiyên li djî qanûnan bûne' bi daxwaza girtinê şandin dadgeha nobedar. Piştê îfadeyên li vir, Serkan Ozkan, Burhan Atîz û zarokên bi navên G.K., M.O., E.D., B.Ç., S.Ç. ve S.A. hatin girtin. 3 zarokên din jî serbest hatin berdan.