Leşkeran dest danîn ser kaniya malbatên Roboskî

Leşkeran dest danîn ser kaniya malbatên Roboskî

Dewlet dest ji malbatên Roboskî bernade. Leşkeran ji bo qereqolan ava zozanan li malbatên Roboskî qut kirin.

Gundiyên Zeviya yên ji neçarî li taxa şantiye ya Bejuhê dijîn, bi du qalekolên li zozanên wan tên çêkirin, serê wan di belayê de ne. Tevî du qalekolên li zozanê wan tên çêkirin, niha jî yekane çavkaniya ava wan a li zozanan tê qutkirin û dibin qalekolan.

Ji gundiyên Zeviya Velî Encu nerazîbûn nîşanî destdanîna dewletê li yekane çavkaniya ava wan da û got, "Di sala 93'an de bi zorê em ji gundên xwe hatin derxistin û hînê nikarin vegerin. Dewlet ji me re dibêje vegerin gundê xwe. Me fêm nekir ka emê bi vî rengî çawa li gundên xwe vegerin. Li jorê me du qalekol hatin çêkirin, di ser de jî bêyî ji me bipirsin dest danîn ser kaniya ava me. Dibêjî qey ewçend mexdûriyeta me têrê nake, niha jî radibe kaniya avê ya em heywanên xwe lê av didin, ji destê me digirin." 

Encu bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û diyar kir ku ew van pêkanînan fêm nake 3u got, "Di pêvajoya aştiyê de hûn jî dibînin, her der veguherandine qalekolan. Di ser de, berî niha bi demekê bi hinceta qeçaxçitiyê xwestin nuqteya kontrolê çê bikin, em jê re bûn asteng."

Encu ragihand ku ewê li hemberî vê neheqiyê bêdeng nemînin û got, "Ji bo dawî li vê neheqiyê were, weke tevahiya gundiyên Zeviya emê daxwaznameyê bidin Wezareta Karên Hundur, Tûgaha Zeviya û Walîtiyê. Hewldanên me wê dewam bikin."

Velî Encu bang li rêxistinên civakî yên sivîl kir ku werin gundê wan û vê neheqiya lê hatiye kirin, ji raya giştî re ragihînin.