Kongreya Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê destpê kir

Kongreya Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê destpê kir

2. Kongreya Awarte ya Rêxistina BDP'ê ya Bajarê Stenbolê, destpê kir. 

2. Kongreya Awarte ya Rêxistina Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) ya Stenbolê, li gel beşdariya Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Salona Caferaga Spor a Kadikoyê destpê kir.

Li salona kongreyê pankartên bi nivîsa "Şoreşa Rojava, avakirina xweserî û jiyana azad e, em silav dikin", "Ji Gezî ta Licê berxwedan dewam dike, têkoşîn mezin dibe", "Ji Birêz Ocalan re azadî", "Ji Rozayan ta Sakîneyan jin li ber xwe didin", "Mêtîngeriyê nejî û nede jiyîn", "Çapemeniya azad bêdeng nabe", "Li hemberî pergala bi mejiyê destavêtin destdirêjiyê tê rêvebirin, bêdeng nemîne", "Zimanê me nasnameya me ye, ma bi zimanê xo perwerde wazene", "Têkoşîna me ya bi Sarayan destpê kir bi Ronahiyan bilind bû, wê bigihêje serketinê" û gelek pankartên li ser daxwazên çarçoveya kampanya "hikûmet gavê biavêje" de nivîsandî, hatin daliqandin.

Li salonê bi sedan kesên wêneyên Ocalan û alên KCK'ê vekirin, dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" qêriyan.

Di kongreyê de Parlamenterên BDP'ê Sebahat Tûncel, Sirri Sureyya Onder û Hasîp Kaplan jî amade ne û jin bi kincên xwe yên gelêrî yên kesk, sor û zer reng didin kongreyê.

Hevserkoa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fatma Gok, Endamê Desteya Rêveber a HDK'ê Gençay Gursoy, Rêveberê ESP'ê yê Bajêr Havalî Mengî, aktîvîstê LGBT Esmeray Ozadîktî, malbata Mehmet Ayvalitaş û nivîskar Faîk Bûlût jî di kongreyê de cihê xwe digirin.

Kongre bi coşeke mezin dewam dike.