'Konbajar kampên Naziyan bibîr xist'
'Konbajar kampên Naziyan bibîr xist'
'Konbajar kampên Naziyan bibîr xist'
Serokê Yekîtiya Nivîskarên Elman Îmre Torok ê bi komek helbestvan û nivîskar re piştî çû serdana Pirsûsê, tevlî panela li Amedê bû diyar kir konbajaran kampên Naziyan anîne bîra wî û got ku hê jî êş û kedera penaberan di ruhê xwe de hîs dike.
Li Amedê nivîskarên ku ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê çûn sînorê Pirsûsê vegeriyan û li Odeya Endezyarên Makîneyê ya Amedê panela bi navê "Yêh belav bûne û Rojava" li dar xistin. Li salonê pankarta "Bêdengî şirîkatiya xwîna diherike ye" hate daliqandin. Nivîskarên weke Yasemîn Yazici, Yavuz Ekîncî, Şenay Eroglu Aksoy, Şeyhmuz Dîken, Tekgul Ari, Dîlawer Zeraq, Ayten Kaya Gungor, Îbrahîm Genç, Îmre Torok, Pelîn Batu, Hasîbe Ayten, Atalay Gîrgîn, Arzu Demîr, Hande Baba û Hevseroka Odeya Endezyarên Makîneyê ya Amedê Gurbet Orçen beşdarî panelê bûn. Di serî de moderatora panelê nivîskar Tekgul Ari axivî û berxwedana Rojava û hêzên YPG û YPJ'ê silav kir. Ari di axaftina xwe de bal kişand li ser rewşa Rojava ku jin û zarok tên kuştin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Çeteyên DAIŞ'ê qatlîamê pêk tînin, jinan direvînin û difiroşin. Lê di şert û mercên şerekî wisa de çeka me aştî û biratî ye."
Serokê Yekîtiya Nivîskarên Elman Îmre Torok jî di axaftina xwe de got ku hê jî di pêlava wî de heriya li sînorê Kobanê heye û axa ji konên penaberan aniye hê disekine û wiha axivî: "Ez êş û kedera jin û zarokên li wir di ruhê xwe de hîs dikim. Dema ez li konên penaberan digeriyam, hin kamp û konên cuda hatin bîra min. Konbajarên Naziyan, faşîstan hat bîra min. Helbet ev cuda ne. Kampên penaberên xizan û yên Naziyan cuda ne, lê sedema her duyan jî faşîzm e. DAIŞ tê wateya nîjadperestî û faşîzmê."
Di panelê de hemû nivîskaran diyar kirin ku gelê Kurd dengê xwe bi hemû cihanê daye bihîstin û heke Kobanê bi ser keve wê li Tirkiye û Rojhilata Navîn siyaseteke nû destpê bike.
Piştî axaftinan panel bi helbestên ku nivîskaran xwendin bi dawî bû.