Komxebata Piştevanî/Şêwirmendiyê û Stargehên Jinan destpê kir
Komxebata Piştevanî/Şêwirmendiyê û Stargehên Jinan destpê kir
Komxebata Piştevanî/Şêwirmendiyê û Stargehên Jinan destpê kir
Jinên Tirkiye û Kurdistanê di 17'emîn Komxebata Navendên Piştevanî/Şêwirmendiyê û Stargehên Jinan li Amedê li hev hatin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, bal kişand ser jinên Şengal û Rojava û wiha got: "Êdî jin ji şer bi bandor nabin rasterast hedef in."
17'emîn Komxebata Navendên Piştevanî/Şêwirmendiyê û Stargehên Jinan bi sernava "Şîdeta zilam astengkirin cînayetên jinan astengkirin e: Rewşa heyî, kêmasiyên mekanîzmayên dewletê û daxwaz" li Salona Sumerpankê ya Amedê destpê kir. Malovaniya komxebatê Navenda Jinan a Ekîn Ceren û Navenda Şêwirmendiya Jinan a Selîs dike. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, aktîvîstên DOKH'ê, Weqfa Stargeha Jinan a Mor Çati, Uçan Supurge, Gokkuşagi, Navenda Jinan a Îştar û 18 rêxistinên femînîst û sosyalîst ên cuda bi giştî 200 jin tevlî komxebatê bûn.
Di salona komxebatê de nivîsa bi ser navê "Rêgezên komxebatê" hate daliqandin. Rêzgez jî wisa ne: "Rêbazên nîqaşa bêşîdet dipejirîne, ji bi rihetî xwe tînin zman", "Ji gotinên nîjadperest, mîlîtarîst û çalakiyan dûr radiweste" û "Ji cudakariyê rasterast dûr radiweste."
Komxebatê bi axaftinan destpê kir. Ewil Xebatkara Navenda Jinan a Ceren Laleş Ceylan axivî û diyar kir ku êdî jin dîroka xwe dinivîsin û li hemberî şîdeta jina têkoşînê dikin. Ceylan, anî ziman ku Komxebatên Navendên Piştevanî/Şêwirmendiyê û Stargehên Jinan di têkoşîna jinan de xwedî mîsyoneke gelek girîng e. Ceylan, da zanîn ku tevgerên jinan ên Tirkiyeyê her diçe li hemberî şîdetê têkoşîna xwe bi hêz dike û pêvajoyeke rêxistinbûnê dijî. Ceylan, bilêv kir ku her roj bi awayekî bi pergalî komkujiyên jinan berdewam dikin û her roj şîdet li hemberî jinan pêk tê, ev yek bi hevkariya dewlet û zilam pêk tê û wiha got: "Di polîtîkayên dewletê de û mekanîzmayên civakî de desthilatdariya zilam helwesta şîdetê ya li dijî jinê zêde dike. Şîdeta zilam di serdema AKP'ê de gelek zêde bû. ŞONÎM (Navendên Şopandin û Astengkirina Şîdetê) ên ji bo bi şîdetê li hemberî jinê pêk tê re têkoşînê bike hatin avakirin li şûna şîdetê asteng bike jinên rastî şîdetê hatin disa di nava malbatê de bijî îkna dike û teşwîq dike."
Ceylan, bilêv kir ku îro li Rojhilata Navîn hîşmendiya desthilatdariya zilam bi riya çeteyên DAIŞ'ê re berdewam dike û wiha axivî: "DAIŞ li Rojhilata Navîn jina li bazarên koleyan difiroşe, tecawiz dike û li ber çavê hemû cîhanê komkujiya jina pêk tîne û pêş dikeve. Jin jî li Kobanê û Şengalê li hemberî van komkujiyan têkoşînê didin." Ceylan di serî de jinên Rojava hemû jinên cîhanê silav kirin.
Hevseroka Şaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî hemû jinên tevlî komxebatê bûn silav kir û diyar kir ku ji ber jin li Amedê ne ew gelek keyfxweş in. Kişanak, anî ziman ku têkoşîna jinan a wekhev û azadiyê ji bo astengiya şîdeta li hemberî jinan bilind bû û wiha got: "Ev hêza tevgerên jinan derxistî holê ye. Îro nêzî 10 şaredariyan de hevşaredarî pêk tê.Jin rasterast di nava rêveberiyan de cih digirin. Ev yêk serkeftina tevgerên jinan ên Kurd û Tirk a hevpar e. Di her çîrokekî serkeftinê de bi xwe re berpirsiyariyeke gelek mezin anî. Em hemûyan bi hev re têkoşîn da û ev çeper qezenc kirin."
Kişanak, bal kişand ser rewşa jinên Rojava û Şengalê û wiha axivî: "Berdêlên hemû şeran ê herî giran jin û zarok dikêşin. Jin êdî yên ji şer bi bandor dibin nîn in li Şengal û Rojava rasterast hedef in."
Piştî axaftinan komxebat ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.