Komîteya Navendî ya PKK'ê 2. civîna xwe ya asayî lidar xist

Komîteya Navendî ya PKK'ê 2. civîna xwe ya asayî lidar xist

Komîteya Navendî (KN) ya PKK'ê, duyemîn civîna xwe ya asayî di navbera 15-21'ê Cotmehê de lidar xist. Di civîna Komîteya Navendî ya bi beşdariya 38 kesî de, rewşa îdeolojîk, siyasî û rêxistinî-rêveberiyê ji gelek aliyan ve hat nirxandin. Hat destnîşankirin ku Şerê Sêyemîn ê Cîhanê li ser bingeha êrîşên DAIŞ a faşîst li Kurdistanê tê jiyîn û bal hat kişandin ser girîngiya bilindkirina têkoşîna demokratîk-şoreşger a li Kurdistan û Rojhilata Navîn.

Di civînê de ji hemû aliyan ve sedema êrîşên DAIŞ a faşîst ên li hemberî Kobanê hat nrixandin û berxwedana Kobanê weke berxwedana gelê Kurdistanê, hemû gelên herêmê û mirovahiya azad hat pênasekirin û silavkirin. Komîteya Navendî ya PKK'ê destnîşan kir ku ya li Kobanê tê jiyîn pevçûna navbera şoreş û dijberiya şoreşê ya di asta herêmî û global de ye. Hat ragihandin ku di nava vê ji hev cihêbûnê de berxwedana Kobanê û şoreşa azadiyê ya Rojava, li dora xwe eniya global û demokrasiyê afirandiye.

'LI SER BINGEHA BERXWEDANA KOBANÊ REWŞA ROJANE YA SIYASÎ Û LEŞKERÎ HAT NIRXANDIN'

Komîteya Navendî ya PKK'ê li ser duyemîn civîna xwe ya asayî daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Komîteya me ya Navendî ku Kongreya 11. a PKK'ê ew wezîfedar kir, duyemîn civîna xwe ya asayî di navbera 12-21'ê Cotmehê de bi awayekî serketî lidar xist. Civîna me ya Komîteya Navendî, ku di rewşeke di berxwedana şoreşgerî ya li çar aliyên Kurdistanê de her roj bi dehan şehîd tên dayîn û birîndar dibin hat lidarxistin, bi beşdariya 38 rêhevalan heft rojan her mijar bi berfirehî nirxandiye û ji bo serxistina armancên şehîdên me yên leheng, biryarên nû yên xwedî girîngiya dîrokî wergirtiye."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku civîna Komîteya Navendî bi xwendina nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kiriye û hat diyarkirin ku li ser bingeha raporên xebatê yên Sekreterya Giştî, hemû komîteyên navendî, Koordînasyonên PAJK û Komalên Ciwan, rewşa îdeolojîk, siyasî û rêxistinî-rêveberî ji gelek aliyan ev bi kûrahî hatiye nirxandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Civîna me ya hemû pirsgirêkên tevgera me ya azadiyê pê re rû bi rû ye û rêyên çareseriyê nîqaş kir, di her mijarê de gihaşt encamên girîng û dikarin bicih werin anîn" û hat ragihandin ku civîna Komîteya Navendî berî her tiştî li ser bingeha berxwedana Kobanê rewşa rojane ya siyasî leşkerî bi awayekî cidî nirxandiye û gihaştiye biryarên serketî.

'SEDEMÊN ÊRÎŞÊN DAIŞ'Ê YÊN GIRANÎ DIDE KOBANÊ JI HER ALÎ VE HATIN NIRXANDIN'

Hat gotin, "Şerê Sêyemîn ê Cîhanê yê li herêma me tê jiyîn, li ser bingeha êrîşên DAIŞ a faşîst giranî daye welatê me Kurdistanê û hat tespîtkirin ku li Rojhilata Navîn rewşa şoreşgerî tê jiyîn, ji bo nirxandina vê rewşê pêwîstî bi bilindkirina têkoşîna şoreşgerî-demokratîk a li her qadê dîtiye û di vê çarçoveyê de di serî de jin û ciwan bang li hemû derdorên bindest kiriye ku têkoşîna azadî û demokrasiyê xurtir bikin."

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku di civîna Komîteya Navendî ya PKK'ê de sedemên êrîşên DAIŞ a faşîst a li hemberî Kobanê ji her alî ve hatine nirxandin û hat gotin, "Berxwedana Kobanê weke berxwedana gelê Kurdistanê, gelên herêmê û tevahiya mirovahiya azad hatiye pênasekirin û silavkirin. Ji Kobanê heta Şengalê û Kerkûkê bal hatiye kişandin ser rola partiya me ya di pêşengiya berxwedana demokratîk de û hatiye destnîşankirin ku ne tenê di Şoreşa Azadiya Kurdistanê de, di Şoreşa Demokratîk a Rojhilata Navîn de jî veguheriye hêzeke jêneveger a pêşeng.

Civîna me diyar ku bûyerên li Kobanê diqewimin, di asta herêmî û global de pevçûneke navbera şoreş û dij-şoreşê ye û daye zanîn ku Şoreşa Azadiya Rojava û Berxwedana Kobanê di nav vê rewşa cihêbûyî de eniyeke demokrasiyê ya global li dora xwe civandiye û girîng daye vê rewşê. Civîna me daye xuyakirin ku li pişt çeteya faşîst a bi navê DAIŞ ku tetîkkêş e, hêzên modernîteya kapîtalîst ên global, paşverûtiya statukoparêz a netewe dewlet a di asta herêmî de hene û li ser vê bingehê di asta herêmî û global de bang li hemû hêzên azadîxwaz, demokratîk û sosyalîst kiriye ku hîn bêtir li dora Berxwedana Kobanê û Şoreşa Rojava bicivin û vê çirûska azadiyê xurtir bikin û biparêzin."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku civînê destnîşan kiriye ku divê berxwedana Kobanê ya di roja îro de hêvî û coşa mirovahiya azad e neşikê, Şoreşa Azadiyê ya Rojava neyê fetisandin û diyar kiriye ku ji bo serketina berxwedana Kobanê û kûrbûna Şoreşa Rojava, çi pêwîst be gelekî girîng e bê kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Rêber Abdullah Ocalan pêwîstî pê dîtiye ku Şoreşa Rojava ya pêşengê bicihanîna sîstema neteweya demokratîk û xeta modernîteya demokratîk e, li ser vê bingehê bê xurtkirin û kûrkirin" û destnîşan kiriye ku jiyana komunal a demokratîk û parastina cewherî ya xwe dispêre civakê, weke wezîfeyeke dîrokî ye ku di avakirina netewya demokratîk de bi rêbaza rastiya gel a şervan, bê meşandin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bandora kûr a Berxwedana Kobanê û Şoreşa Rojava ya li ser parçeyên din ên Kurdistanê hatiye nirxandin û di vê çarçoveyê de encamên girîng bi dest ketine. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Di vê çarçoveyê de, bûyerên hejîner ên di 6-8'ê Cotmehê de li Bakurê Kurdistanê hatine jiyîn hatine nirxandin û di vê mijarê de derketiye holê ku polîtîkayên AKP'ê yên neçareseriyê û mijûlkirinê û desteka AKP'ê ya ji bo çeteyên DAIŞ'ê, di nav civaka Kurd de rê li ber hêrs û nerazîbûneke bi çi rengî vedike. Her wiha nêzîkatiya dûrî cidiyetê û mijûlkirinê ya Hikûmeta AKP'ê ya li pêşberî Pêvajoya Çareseriya Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan nêzî du sal in bi sebir û hewldaneke mezin dimeşîne hatiye nirxandin, hatiye destnîşankirin ku li ser vê bingehê AKP'ê ji mêj ve pêvajo qedandiye û ragihandiye ku heta gavên pratîkî neyên avêtin wê Tevgera me, êdî behsa pêvajoyeke bi vî rengî neke.

'DIVÊ TÊKOŞÎNA AZADIYÊ JI NIHA Û PÊ VE BÊTIR WERE XURTKIRIN'

Civîna me ya Komîteya Navendî, serhildana dawî jî di nav de têkoşîna azadiyê ya gelê me yê Bakurê Kurdistanê dimeşîne û rewşa diyarker a vê têkoşînê ji bo parçeyên din ên Kurdistanê bi kûrahî nirxandiye. Ev têkoşîna lehengî ya bîst û pênc salan silav kiriye û destnîşan kiriye ku girîngiyeke dîrokî ye ku ev ezmûn bi civaka Tirkiyeyê, bi tevgerên demokrasiyê yên hevpar re bibe yek. Diyar kiriye ku PKK her tim bûye alîgirê yekîtiya demokratîk a hemû hêzên welatparêz ên li Kurdistanê, di vê çarçoveyê de li hemberî kesî siyaseta pevçûna çekdarî nemeşandiye û îdîayên di vî warî de tên kirin, gotinên nerast ên ji bo reşkirina partiya me ne. Li ser vê bingehê bang li hemû hêzên welatparêz ên li Kurdistanê û hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê kiriye ku hêza xwe bikin yek û li hemberî desthilatdariya AKP'ê têkoşîna demokrasiyê bimeşînin.

Civîna me bal kişandiye ser girîngiya dîrokî ya têkoşîna azadiyê ya heta niha li Bakurê Kurdistanê tê meşandin û li ser bingeha tespîta 'Têkoşîna mezin ji niha û pê ve destpê dike' ya Rêber Abdullah Ocalan destnîşan kiriye ku divê têkoşîna azadiyê ji niha û pê ve were xurtkirin. Di vê mijarê de bi giranî li ser rêxistinbûyîn û xebatên bi rêbaza kantonê hatiye rawestîn û pêwîstî dîtiye ku li ser vê bingehê neteweya demokratîk ji her alî ve bê avakirin û li ser bingha parastina cewherî bê parastin. Di serî de jin û ciwan bang li tevahiya gelê me kiriye ku li ser bingeha xeta çalakiyê ya rast a demê bi aktîf tevbigerin, gerîla û serhildanê mezin bikin û encamê bistînin."

GERÎLA LI ŞENGALÊ HELWESTA DÎROKÎ NÎŞAN DA

Di civîna Komîteya Navendî ya PKK’ê de hat detsnîşan kirin ku gerîlayan li Şengalê pêşî li qirkirina gelê Êzdî yên Kurd girtiye û li li dijî êrîşên faşîzan yên DAIŞ’ê  gelê Başûrê Kurdistanê parastiye û li ser vê helwesta dîrokî bi taybet sekiniye.

Di civînê de balkişandin ser girîngiya tevgera civaka demokratîk ya li Başûrê Kurdistanê hatiye pêşxistin û hat gotin ku ev pêşketina lezgîn, pêwistî pê hatiye dîtin û di heman demê de hat diyar kirin ku berhevbûna Kongreya Neteweya Kurd jî gelek girînge û wiha hate gotin: “Dema ku zemîna vê baştir hat avakirin û di vê çarçoveyê de yekbûna di fermandariyeke hevpar ya hêzên parastina Kurd de, ev peywireke ku divê neyê taloq kirinê ye.

Ji bo avêtina van pêngavên ku ji bo berjewendiya hemû Kurdên çar parçeyan, divê hemû partiyên Kurdistanî û rêxistinên Kurdistanî  xebatên xwe pêş bixe.

LI ROJHILAT RÊBAZA KANTONAN GELEK GIRÎNG E 

Di civîna me de bi taybet li ser geşedanên Rojhilatê Kurdistan û rola Îranê ya li ser Rojhilata Navîn bi taybet hatiye sekinandin. Her wiha berxwedanên gelê me yê Rojhilat ya ji bo piştgiriya Kobanê hat kirin jî hatin slav kirin û li ser girîngî û pêşxistina xebata terza kantonan a di xeta modernîteya demokratîk de hatiye sekinandin.  Her wiha  biryar hate girtin ku li dijî êrîşên rejîma Îranê mafê mîsîlemeyê bê bikaranîn û di vê esasê de domandina hawira bêpevçûnê ya bi Îranê re gelek girînge, di vê çarçoveyê de nirxandinên li ser xebatên rêxistina îdeolojîk, siyasî, civakî hatine kirin.” Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku di civîna Komîteya Navendî ya PKK’ê de tespîta ku dê Sêyemîn Şerê Cîhanê belav bibe û bidome hatiye kirin û hat gotin ku ji ber vê yekê divê li her qadê Kurdistanê xebata şoreşger di esasa rêxistibûna parastina xweser û di afirandina rastiya gelê ku şer dike de bê meşandin û di vê esasê de mezinkirina gerîlayan, xwedî girîngiyeke dîrokiye.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku di xeta modernîteya Demokrkatîk de înşakirina neteweya demokatîk teqez divê di esasa parastina xweser de bê kirin û wiha hate berdewam kirin: “Bi vê re divê li dijî hêzên çavsor yên DAIŞ’ê di çarçoveya têkoşînê de  li dijî îslama deshilatdar û dewletparêz, di xeta îsla çandî ya demokratîk de têkoşîneke îdeolojîk ya zêde bê pêşxistin û di vê esasê de konferanseke ji mezheb, bawerî û olên Mezopotamyayê pêk tên, bê berhevkirin.

Komîteya me ya navendî ku baş dizane ku ev xebatên siyasî û leşkerî bi pêşengiya partiyeke rêxistinkirî û îdeolojîk bi ser dikeve û di civîna xwe ya dawî de jî biryar girtiye ku  xebateke têr ya ku pêşengiya rêxistin û îdeolojiyê pêk bîne, dê bide destpêkirin. Bi vî awayî di esasa nêzîkatya rexne û rexnedayînê de, rewşa têkopşîna îdeolojîk û xebata îdeolojî ya partiyê hatiye nirxandin. her cureyê ferasetê partî û helwest hatiye rexnekirin û mahkum kirin. biryar hatiye girtin ku di di xeta sosyalîzm demokratîk bûnê de têkoşîneke îdeolojîk bê dayîn, nêrînên Ocalan bê belavkirin, ji bo bê belavkirin parêznameyên wî bên wergerandin û belavkirina wê bêkirin, xebata wê ya teorîk, propaganda û ajîtasyon bê kirin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku di civînê de li ser rastiya rêveberî û xebatên rêxistînî jî zêde hatiye sekinandin hat gotin ku rewşa nûnerî û komîteya PKK’ê, asta rêxistibûna pergala KCK’ê û pirsgirêkên terza rêveberiya heyî bi berfirehî hatine nîqaşkirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate daxuyandin ku ji bo pêşî li astengiyên li pêş terza, feraset, sekn û rêxistibûna me ne bê girtin dê xebat bê meşandin û di vê esasê de komîteya PKK’ê û nûnerî di her astê de bê rêxistin kirin, têkiliyên PKK-KCK’ê bi hev bidin temamkirin, bi hêz bike û KCK hemû civakê bigire nava xwe dê xebat bê meşandin.

Dîsa ji bo ku pêşengiya jin û ciwanan di her astê de pêk bê di rêveberiyan de rêxistinên jin û ciwanan di her astê divê zêdetir cih bigirin. Di civîna me de pirsgirêkên pêkanîna pergala hevserokatiyê hatiye nîqaş kirin û hatiye gotin ku divê ev pergal di xeta Apocî de bi serkeftî pêk bê. Di asta hemû rêveberiyan de divê mijarê re rexne û rexnedayîn hatine kirin û hatiye gotin ku divê di terza rêveberiya Ocalan de bên cem hev û di vê esasê de pêşengiya îdeolojîk-rêxistînî bê pêşxistin.

Em di vê esasê de banga di dixeta serokatî û şehîdan de di serî de Berxwedana Kobanê û  û şoreşa Azadiya Kurdistanê bibin seketinê, dikin.”