Komên çete dîsa topan diavêjin Serêkaniyê

Komên çete dîsa topan diavêjin Serêkaniyê

Hate ragihandin ku komên çete ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bilad El-Şam/ Eniya El-Nusra, dîsa bi topên hawanê êrîşî Serêkaniyê dikin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, komên çete yên ku piştî ji Serêkaniyê hatin derxistin û li gundê Til Xelef ê 4 kîlometre dûrî bajêr e bi cih bûn, di saetên êvarê de dîsa bi topên hawanê êrîşî bajêr kirin. Hate ragihandin ku heta niha 7 top li bajêr ketine û di encamê de 4 kes birîndar bûne.

Heman koman duh jî heta derengiya şevê bi topan êrîş kiribûn û di encamê de 2 kes birîndar bibûn. Her wiha 2 topên ku van koman avêtin li Serêkaniya Serxetê jî ketin û bûn sedema welatiyê bi navê Şukru Kahraman û birîndarbûna 2 zarokên wî.

Komên çekdar di 22’ê Tîrmehê de jî bajêr Serêkaniyê topbaran kiribû û di êrîşê de topek li nêzî Mizgefta Hecr a li ser rêya Hesekê ketibû. Di ecama topbaranê de zaroka 11 salî Nalîn Teqreq jiyana xwe ji dest da û xwîşka wê Şêrîn Teqreq û 2 zarokên din birîndar bibûn.

Şêrîn Teqreq jî îro li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.