Komeleya Piştgirî û Alîkariya bi Rojava re damezirandina xwe îlan kir
Komeleya Piştgirî û Alîkariya bi Rojava re damezirandina xwe îlan kir
Komeleya Piştgirî û Alîkariya bi Rojava re damezirandina xwe îlan kir
Li Amedê Komeleya Piştgirî û Alîkariya bi Rojava re hat damezirandin. Armanca komeleya ku damezirandina xwe bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand alîkariya însanî ji bo Rojava ye. Hevserokê Giştî yê Komeleyê Huseyîn Durmaz diyar kir armanca wan di mijara têkoşîn û yekîtiyê de hişyarkirina civakê ye.
Komelaya Piştgirî û Alîkariya bi Rojava re li avahiya komeleyê bi civîneke çapemeniyê sazbûna xwe îlan kir. Hevserokê Komeleya Piştgirî û Alîkariya bi Rojava re Huseyîn Durmaz anî ziman ku armanca wan di civakê de piştgirî û alîkariyê pêş bixin û baldariyê pêk bînin.
'LI HEMBERÎ ROJAVA BÊDENG MAYÎN ŞERM E'
Durmaz, diyar kir ku Rojavayê Kurdistanê li hemberî hêzên tarî têkoşîna mirovahiyê ya hebûn û tunebûnê didin. Durmaz, da zanîn ku 4,5 mîlyon Kurdên li Rojava dijîn di bin dorpêça şer de ne û ji bo alîkariya welatiyên Rojava bikin Komeleya Rojava îlan kirin. Durmaz got ku di sala 2013'an de di bin navê Platforma Koordînasyona Rojava de xebatên xwe dimeşandin û piştî daxwaz mezin bûn biryara ku komeleyê vekin dan.
Durmaz, destnişan kir armanca wan ew e ku bigihêjin hemû kesên mexdûr bûne. Durmaz, anî ziman ku ew ê ji bo kesên mexdûr xebatên alîkariyê, cih,, ragihandin û alîkariyên din bikin.
Di nava endamên avakerên Komeleya Rojava de Hevserokên komeleyê Yeter Aykal û Huseyîn Durmaz, Sekreterê Giştî Medenî Alpkaya, Sekreterê Malî yê Giştî Turkî Gultekîn, Orhan Şansal, Velat Kaya û Mazhar Zumrut hene.