Komcivîna Jinan berxwedana Kobanê silav kir

Komcivîna Jinan berxwedana Kobanê silav kir

Pêkhateyên Tevgera Jinên Kurd di 17'emîn Komcivîna Navenda Hevkarî û Şêwirmendiyê û Stargehên Jinan de berxwedana jinên Kobanê ku 42 roj in didome silav kir û piştgiriya xwe anî ziman. Li ser navê hevparên jinan Denîz Bayram, diyar kir ku bedena jinê ne qada şer e.

Endam û pêkhateyên Tevgera Jinên Kurd 17'emîn Komcivîna Navenda Hevkarî û Şêwirmendiyê û Stargehên Jinan li Parka Sumerê ya Amedê bi tevlîbûna gelek tevger û derdorên femînîst ên jinan didome. Endam û pêkhateyên ku tevlî 17'emîn Komcivînê bûn, li salona Resepsiyonê civîna çapemeniyê pêk anîn. Hevparên jin, di civînê de bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku di roja 42'an de berdewam dike. Li ser navê jinan Denîz Bayram, diyar kir ku bedena jinê ne qada şer e û wiha got: "Li Kobanê, Rojava, Şengal û Telaferê bedena jinê kirine qada şer. Bedena jinê ne qada şer e. Divê bedena jinê wekî qada şer neyê bikaranîn. Tundiya dewleta zilam li hemberî jinê zext û tundiyê bikar tîne. Bedena jinê ji bo xwe dike qada şer. Em berxwedana jinên Kobanê ya di nava şer de silav dikin."

Bayram, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê û Rojava şermezar kir û wiha berdewam kir: "Jinên Şengalê ji cih û warên xwe hatin koçberkirin. Bi hezaran jin ji cih û warê xwe hatin qetandin û li qada bazarê kirin kole. Jin hatin kuştin û rastî tecawizê hatin. Jinan li hemberî vê êrîşê têkoşîna azadî û rizgariyê meşand. Em berxwedana wan silav dikin û piştgiriyê didin têkoşîna wan." Di daxuyaniyê de jinan dirûşmaya, "Bijî berxwedana Kobanê", "Jin, jiyan, azadi" gotin.

Heyetek jin bi boneya piştgiriya Kobanê wê biçin Pirsûsê.