Kobaniyên li ser sînor rastî zexta leşkeran tên
Kobaniyên li ser sînor rastî zexta leşkeran tên
Kobaniyên li ser sînor rastî zexta leşkeran tên
Kobaniyên wesayîtên wan li ser sînor in anîn ziman ku ew bi zexta leşkeran re rû bi rû ne. Xelîl Amar got, "Carna guleyan li me direşînin. Serê min li maşîneke zirxî dan. Xizmên li cem wesayîtan e, ne dikarin bi wî alî ve biçin yek jî nikarin ber bi vî alî ve werin." Delîl Bakî jî got, "Alîkariyên em dibin, dirijînin erdê, heqaretê dikin. Tirkiye bi awayekî vekirî destekê dide DAIŞ'ê."
Kobaniyên li ser gundê Boydê dan xuyakirin ku wesayîtên wan li qadeke bi têran dorgirtî ne û ew li gelek pirsgirêkan ast tên. Kobaniyên ku li hemberî diziyê diçin cem wesayîtên xwe, rastî zexta leşkeran tên. Xelîl Amar ê ji Kobanê ku wesayîta wî jî li qada mijara gotinê ye, anî ziman ku dema ji bo wergirtina wesayîta xwe çû, rastî astengiya leşkeran hatin û wiha axivî: "Li me dan, ne hiştin em xwarinê bibin ji xizmên xwe yên li wir. Bi çekê carna gule li me direşandin. Birîna li serê min, ji ber lêdana wan der bû. Serê min li maşîna zirxî dan. Duh bi şev li nava daran, welatî zevt kirin û li wan dan. Guleyan berdidin mirovan. Li pêşberî me jin, zarok, mirovên bi emir bi sedan kes hene; lê bombeyên gazê diavêjin wan. Nahêlim em xwarinê ji wan re bibin. Xizmên me yên li cem wesayîtan e, ne dikarin bi wî alî ve biçin ne jî dikarin ber bi vî alî ve bên."
'XWARINA EM DIBIN DIRIJÎNIN ERDÊ'
Delîl Bakî yê ji Kobanê diyar kir ku rewşa Kobaniyên li cem wesayîtan gelekî cidî ye û got, "Di nav de yên nexweş hene. Tên heta nêzî têlan, lê leşker destûrê nadin. Nahêlin eme ji vir jî xwarinê bibin. Xwarina em dibin jî dirijînin erdê. Heqaretê dikin. Li vir her kes vê dibîne. Bombegeyên gazê diavêjin, zarokên biçûk ji ser hişê xwe diçin. Gelê me ji ber êrîşên DAIŞ'ê neçar ma li vir bimîne. Tirkiye bi awayekî vekirî destekê dide DAIŞ'ê."
'LEŞKER ALÎKARIYÊ DIDIN DAIŞ'Ê'
Welat Daban ê li heman herêmê ye anî ziman ku dema DAIŞ êrîş dike leşkera jî elektrîkê qut dikin û alîkariyê didin wan bi vî rengî rê li ber pêşveçûna wan veidke. Daban anî ziman ku dema YPG û YPJ dikevin nava tevgerê elektrîk tê vekirin û bi vî rengî alîkarî ji DAIŞ'ê re tê dayîn.