KJK'ê ji bo çalakiyên 1'ê Mijdarê banga tevlîbûnê kir

KJK'ê ji bo çalakiyên 1'ê Mijdarê banga tevlîbûnê kir

Koordînasyona KJK'ê, ji bo çalakiyên 1'ê Mijdarê yên ji bo piştevaniya berxwedana Kobanê li çar aliyên cîhanê wê werin lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya koordînasyonê de hat ragihandin ku berxwedana li Kobanê berxwedana rûmeta mirovahiyê ye û hat gotin, "Kobanê, ev 43 roj in ji heft heta heftê salî, jin, mêr hemû bi hev re li refên YPG û YPJ'ê li ber xwe didin.

Kobanê, ev 43 roj in li hemberî xeta netewe dewletê, bi hêza cewherî û xwecihî berxwedana xwe dewam dike.

Kobanê, ev 43 roj in li hemberî wijdanên kor ên modernîteya kapîtalîst bêparastina cewherî hiştiye, bi xweparastina cewherî, wijdanî û exlaqî ya modernîteya demokratîk berxwedana xwe dewam dike.

Kobanê, ev 43 roj in li hemberî sîstem û zîhniyetê serdest ê mêr ku di bin navê ol de bi her awayî koledarî û nebaşiyê li ser jinê ferz dike, keç û jin di kesayetiya rêhevala me Şehîd Arîn Mîrxan de weke qeleha azadî û welatparêziyê berxwedana xwe dewam die.

Îro li Kobanê bi felsefeya 'Hêza me ya têkbirina tevahiya cîhanê hebe jî em ê êrîş nekin, lê hemû cîhan li ser serê me bicivie jî em ê xwe biparêzin' berxwedan tê nîşandan û parastina cewherî tê kirin. Kobanê bûye bajarê pîroz ê mirovên dibêjin 'ez jî hebûmi hem e û ez her heb im.' Dilê cîhanê li Kobanê lê dide, qîrîna Kobanê jî li cîhanê deng vedide. Kobanê êdî ne tenê ji bo Kurdan, bûye Roja Demokrasiyê ya tevahiya Rojhilata Navîn û Cîhanê. Ji bo vî bajarê pîroz, bi însiyatîfa Komîsyona Welatiyên Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê (EUTCC) û 'Peace Camping', bi banga 'sefeberiya global a ji bo mirovahî û Kobanê' 1'ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê hatiye îlankirin. Li çar aliyên cîhanê ji bo Kobanê komîte hatine avakirin û organîzasyon tên kirin.

Li ser vê bingehê, weke Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) em meşa xwedîderketina li Kobanê ya 1'ê Mijdarê li çar aliyên cîhanê ji niha ve silav dikin û bang li tevahiya gelên Rojhilata Navîn, jinan û alîgirên demokrasiyê dikin ku tevlî vê meşa bi rûmet bibin. Xwedîderketina li roja demokrasiyê ya li Kobanê hiltê, xwedîderketina li rûmeta mirovahiyê û yekîtiya demokratîk a Rojhilata Navîn e. Qîrîna Kobanê qîrîna mirovahiyê ye. Berxwedana Kobanê berxwedana rûmeta mirovahiyê ye."