KJK: Bêrîtan di berxwedana hevalên jin de bû sembol
KJK: Bêrîtan di berxwedana hevalên jin de bû sembol
KJK: Bêrîtan di berxwedana hevalên jin de bû sembol
Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya salvegera şehadeta Gulnaz Karataş (Bêrîtan) daxuyaniyek nivîskî da û got: “Xeta Bêrîtanê îro li Rojava di berxwedana jin û hevalên li ber xwe didin de bûye sembol û ruh. Ev xet di berxwedana Kobanê de bi berxwedana pêşengiya Arîn Mîrxan ku çalakiya fedayî pêk anî, careke din li cîhanê israra jina Kurd a di jiyana azad de îspat kiriye.
KJK’ê daxuyaniyek nivîskî da û di şexsê Gulnaz Karataş de hemû şehîdên Cotmehê bibîr anî.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku di şexsê hevala Arîn Mîrxan ku mîrateya berxwedana Bêrîtanan Zîlanan dewr girtiye, zarokê qehreman ên gelê Kurd li mewziyan tevî hemû zor û zehmetiyan têdikoşin û hat gotin ku ew têkoşîna wan a bi rûmet bi agirê azad ê çiyayan silav dikin. Hat gotin ku rastiya Bêrîtanbûnê bûye stratejiya parastina rewa û manîfestoya jiyanê ya civak û jinên Kurd.
Her wiha hat diyarkirin ku berxwedana li djî hevkarî, îxanet û teslîmiyetê, nasname û çanda berxwedanê ye û têkoşîna azadiya jinê ya di xeta Bêrîtanbûnê de mezin bûye wek duh îro jî bi her cureyî planên komplo û tasfiyeyê mahkûmî têkçûnê dike.
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Xeta Bêrîtanê xeta berxwedana jinan û gelan e. Dengê Bêrîtanê bû dengê berxwedan û azadiyê. Ew deng veguherî artêşbûneke mezin a jinan. Ew deng îro li axa Rojhilata Navîn, bû tevgereke jinan a azad a ku hêza jinê ragihand hemû cîhanê ye. Ew deng bû nûnerê israra di azadiyê de.Ev berxwedan di dilê bi hezaran jinan de bû agirê serhildanê û mezin bû. Niha bi deh hezaran jinên ku bûn şopdarê vê berxwedanê li çiyayan, Kobanê, Şengalê, Ceza, Mexmûr û Kerkûkê bi ruhê berxwedanê têdikoşin.
Hêzên ku fermana komkujiyên îmze kirine, zîhniyeta serdest a mêr û çeteyên DAIŞ’ê, jinan li bazarên koleyan difiroşin û tecawizê wan dikin, qetil dikin.
KJK’ê anî ziman ku li Rojava û Şengalê li dijî rastiya DAIŞ’ê, gelê Kurd û jinên Kurd berxwedaneke mezin dimeşînin û wiha pêde çû: “Divê têkoşîna azadiyê bê bilindkirin û wisa bersiv bê dayîn. Ev ruhê berxwedanê ruhê ku Bêrîtanê ava kiriye. Ruhê Apocî yê azadîxwaz ku li dijî xeta teslîmiyet û neteweperestiyê ye. Belê ev ruh îro di şexsê bi sedan şervanên jin ên li mewziyan li dijî DAIŞ’ê didome. Îro Kobanê bûye cihê xeta azadiyê gihiştiye serkeftinê ye.
Jinên li Rojava di xeta Bêrîtanê de têdikoşin, bûne sembol û ruh. Ev xet bi berxwedana pêşengiya Arîn Mîrxan ku li Kobanê çalakiya fedayî pêk anî, careke din nîşanî hebû cîhanê daye ku jinên Kurd di jiyana azad de israr dikin.
Em bang li hemû jinan dikin ku bi çanda tecawizê re bikevin nava hesabpirsînê û em di 23’emîn salvegera şehadeta hevala Bêrîtan de soza xwe ya dubarekirina bilindkirina têkoşîna azadiyê didin."